Dewleta Tirk li Minbicê 5 mirov qetil kir
Dewleta Tirk li gundên bakurê Minbicê 5 sivîl qetil kir. Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk ku bira jî revandine.
Dewleta Tirk li gundên bakurê Minbicê 5 sivîl qetil kir. Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk ku bira jî revandine.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser gundên li bakurê Minbicê, 5 sivîl hatin qetilkirin. Dewleta Tirk her wiha 2 birayên ku navê wan nehate hînbûn, revandin.
Di demekê de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ji bo ewlehiya gel operasyonê dimeşîne, dewleta Tirk tevî DAÎŞ û artêşa xwe ya ji çeteyan ava kiriye, du roj in êrîşên xwe yên li ser cih û warên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye.
Dewleta Tirk a dagirker di nava rojê de gundê Gozeliyê yê li rojavayê Til Temirê, gundên li bakurrojhilat û bakurrojavayê Minbicê, gundê Til Îd ê li başûrrojhilatê Qamişloyê, Gundê El Huriye yê Girê Spî û gundê Şêx Îs ê li Şehbayê bombe kir. Di navbera Girkê Legê û Dêrikê de jî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîş li wesayitekê hate kirin.