Xelkê Tebqayê cenazeyên du şehîdên xwe veşartin
Li Tebqayê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbûn.
Li Tebqayê cenazeyên du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbûn.
Bi sedan şêniyên Tebqayê bi merasîmekê cenazeyên endamên Hêzên Antî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Silêman û Enes El Rehal li Goristana Şehîdên Tebqayê veşartin. Mihemed Silêman û Enes El Rehal di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên axivî û wiha got: "Dilovaniya xwedê li şehîdan be ku soz dane û soza xwe bi cih anîn. Şehîdan di oxira parastina vî welatî de canê xwe da."
El Hisên soza domandina xeta şehîdan da.
Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb El Hesûn got: "Aliyên xedar hewl didin di bin dirûşmên neteweyî û etnîkî yên derew de û bi rêya şerê taybet fitneyê derxin û şerekî navxweyî di navbera gelên herêmê de biafirînin. Ev alî wê nikarin bigihînin armancên xwe. Heqîqet dimîne û her yek berdêlên giranbuha ji bo vî welatî dide, sekna me ya îro li vî cihî pîroz û mînak e."
Yek ji fermandarên HAT′ê Şiyar Hemo jî wiha got: "Em ji her kesên dixwazin an jî difikirin destdirêj ewlehî û îstîqrara vî welatî bike re dibêjin, QSD′ê parêzvanê herêmê ye û gelê wê di oxira armaniya welat de canê xwe bide."
Hemo wiha domand: "Em tolê ji dijminên welat û her kesê hewl bide ewlehiyê têk bibe hilînin."
Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Huda El Ewan bal kişand ser operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û got: " Armanc ji vê operasyonê têkbirina şaneyên DAÎŞ′ê û bazirganên hişbirê ye, her wiha rêgirtina li ber êrişên muhtemel û girtina kesên dijî qanûnê derdikevin e.′′
Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan hatin li Goristana Şehîdên Tebqayê hatin veşartin.