Li nêzî Laziqiyê şer qewimî: 5 leşkerên Şamê mirin
Li qadeke girêdayî herêma Laziqiyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û Tahrîr El Şam de şer derket. Di şer de 5 leşkerên Şamê û çeteyek mir.
Li qadeke girêdayî herêma Laziqiyê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û Tahrîr El Şam de şer derket. Di şer de 5 leşkerên Şamê û çeteyek mir.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ′Muewaiye Bin Ebî Sufyan′ ên girêdayî çeteyên ′Tehrîr El Şam′ vê sibehê êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ên li derdora Seraf a herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiyê kir.
Di êrîşeke çeteyan li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî ′Tehrîr El Şam′ hate kuştin û 2 çeteyên din birîndar bûn, her wiha rojnamevanekî pevçûn dişopand birîndar bû.
SOHR′ê destnîşan kir ku şerekî dijwar di navbera çeteyên Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê de li herêma navborî çêbû, hemwextî wê topbaranên dualî jî hebûn, di encamê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Her wiha agahiyên li ser kuştî û birîndarên din jî hene.