Dewleta Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser du gundên Eyn Îsayê
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser du gundên Eyn Îsayê. Di şer de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî ve êrîş bir ser du gundên Eyn Îsayê. Di şer de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Îro saet di 06:40’an de artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bejahî ve êrîşî gundê Sigêro yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê û rojavayê gundê Tirwaziyê kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî bersiva êrîşê dan û şerekî dijwar derket ku hetanî seat 09:00’an berdewam kir. Di encama şer de çeteyek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû. Êrîşa artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat têkbirin.
Çeteyan di heman demê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê kirin hedef. Di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin û yekî din birîndar bû.