Mehekê 51 êrîş li ser Efrîn û Şehbayê hate kirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê ragihand ku meha Tebaxê dewleta Tirk a dagirker herî kêm 51 caran êrîş bir ser herdu herêman. Hêzên Şamê yên li herêmê jî çar caran bûn hedef, 10 leşker birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya meha Tebaxê ku ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Leşkerî yên Efrîn û Şehbayê, artêşa Tirk di navbera 3-31'ê Tebaxa 2023'an de 33 gund, bajarok, navçe û bi sedan qadên Efrîn û Şehbayê bombe kir.

Li gorî daxuyaniyê, di 51 êrîşên bi hawan, drone û obusan de 256 topên hawanê, 164 obus, 6 roket, 6 caran drone û SÎHA hatin bikaranîn. Di êrîşan de xisara madî rû da.

Dewleta Tirk a dagirker heman m ehê 4 caran bombe li baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê barand. Di êrîşan de 10 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.