Cenazeyên 5 şehîdên QSD’ê li Reqayê hatin veşartin
Cenazeyên 5 şervanên QSD’ê ku di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de bûn şehîd, li Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên 5 şervanên QSD’ê ku di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de bûn şehîd, li Reqayê hatin veşartin.
Cenazeyên 5 endamên Hêzên Demokratîk ên El Şemalê ku di Operasyona Bihêzkirina Ewlehiyê de bûn şehîd, li Şehîdgeha Hikumiye ya Reqayê hatin veşartin.
Meresim ji bo şehîdan hat lidarxistin. Hêzên Demokratîk ên El Şemalê, Civaka Jinan a Zenûbiyayê, partiyên siyasî, şervanên QSD’ê û malbatên şehîdan tev li meresimê bûn.
Mehmûd Hebîb ku fermandarekê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) e, li meresimê axivî, got: ‘’Gava welêt hewceyê qehremanên ciwan dibe, bêyî dudilî bersiv didin. 5 şehîdên me jî banga welêt bi cih anî û tev li operasyonê bûn û bi qehremanî şer kir û bûn şehîd.’’
Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb jî wiha axivî: ‘’Ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê û rakirina DAÎŞ’ê ji holê, me gelek şehîd dan.’’
Piştî axavtinan Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd, belgeyên şehadetê xwendin û dan malbatan.
Girseyê, gava veşartina cenazeyan dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey şehîd’’ berz kirin.