Operasyona QSD’ê: 3 çete hatin kuştin
Di çarçoveya operaysona QSD′ê ya bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Dehlê û beşek ji bajarokê Bisêrayê hatin paqijkirin û 3 çeteyên din hatin kuştin.
Di çarçoveya operaysona QSD′ê ya bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de, gundê Dehlê û beşek ji bajarokê Bisêrayê hatin paqijkirin û 3 çeteyên din hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên nû derbarê operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de parve kirin.
Daxuyanî wiha ye:
′′Hêzên operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′, duh bi şev û vê sibehê çeteyên ku ketin herêmên Cidêdet Begara û Cidêdet Igêdat ên li aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin kontroa hêzên hikumeta Şamê û sûcdaran de, kirin hedef. Li gundên Şihêl û Zubiyan jî hêzên me bi çeteyan re ketin nava şerekî. Ji ber kiryarên tirsandinê şêniyan û talankirin û wêrnakirina saziyên xizmetguzariyê ku çete pêk tînin, operasyon bi xurt dewam dike.
Hêzên me vê sibehê paqijkirina gundê Dehlê û hinek beş ji bajarokê Bisêrayê bi dawî kirin. Ji çeteyên koma Newaf El Beşîr ên ku ketin herêmê, 3 çete hatin kuştin. Operasyona paqijkirinê ya serdegirtina komên çete yên ku êrişî herêmên tijî sivîl dikin, dewam dike. Çete xwe di malan de vedişêrin da ku operasyona ewlehiyê asteng bike û dereng bixe.
Hêzên operayona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ yên li Dêrazorê diyar dikin ku wê paqijkirina herêmê ji komên çete û şaneyên DAÎŞ′ê yên terorîst berdewam bikin ta tevahî armancên operasyonê bi cih bînin. Hêzên operasyonê teqez dikin ku dê nahêle komên çete herêmê bikin qada sûcên xwe û dê nehêlin ziyanan bighînin sivîlan. Her wiha hêzên operasyonê diyar dikin ku dê çeteyên hewl didin ewlehî û istiqrara herêmê xirab bikin, efû neke û dê hemû rêbazên leşkerî yên rewa li dijî wan bi kar bînin ta werin tunekirin.
Hemwextî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′, çeteyê dewleta Tirk a dagirker êrişî gundê Mehsenlî yê Minbicê kirin. Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişa terorî dan, piştî şerekî ku di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, hêzên meclisê rewş kontrol kir."