Li Til Temirê di êrîşa dewleta Tirk de 5 leşkerên Şamê mirin

Li navçeya Til Temirê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ku li ser nuqteyên leşkerî yên hikumeta Şamê hate kirin, herî kêm 5 leşkerên Şamê hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe serê sibehê êrîş bir ser gelek gundên li Til Temirê.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da êrîşan û li gelek deveran şer diqewime.

Dewleta Tirk di heman demê de êrîş bir ser nuqteyên hêzên Şamê.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, herî kêm 5 leşkerên Şamê mirin. Hate ragihandin ku ji bo veguhastina mirî û birîndaran hêzên Rûs çûne herêma şer.