Çeteyên dewleta Tirk êrîşî Minbicê kirin, şer diqewime

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîş birin ser gundên bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şer destpê kir.

Li gorî agahiyan, çeteyan sibeha 1'ê Îlonê ji bejahî ve êrîş birin ser gelke gundên li bakur û rojavayê Minbicê.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû nuqteyan di cih de bersiv da û şer destpê kir.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa ANHA'yê re axivî û diyar kir ku êrîşa li ser gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê hate şikandin.

Derwîş ragihand ku li bakur û rojhilatê bajêr li gundên Muhsenlî, Ereb Hesenû, Um Cilûd, Seyade û Dendeniyê şer dewam dike.

Balkêş e ku ev êrîş di demeke welê de destpê kir ku QSD li Dêrazorê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û bazirganên narkotîkê operasyonê dike.

Çavkaniyên leşkerî diyar kirin ku komên li Dêrazorê êrîşî hêzên QSD'ê dikin ji qadên Serêkaniyê, Cerablûs, Bab, Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin fermanê werdigirin.