Li Dêrezorê ji bo 2 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina sivîlan û milkên wan ji komên çeteyan ji bo 48 saetan qedexeya derketina derve ragihand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li Dêrazorê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Qedexeya derketinê serê sibê dest pê bike û 48 saetan dewam bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ′′Ji ber rewşa ewlehiyê ya ku gundên rojhilatê Dêrazorê tê re derbas dibin, her wiha ji ber ku komên çekdar ên girdêdayî saziyên ewlehiyê yên rejîmê û şaneyên DAÎŞ′ê hewl didin fitneyê li herêmê belav bikin û sivîlan ber bi planên xwe yên qirêj ve bikişînin, Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirên qedexeya derketinê li herêma Dêrazorê radighîne. Qedexe sibe (2′yê Îlonê) saet di 05:00′an de dest pê bike û 48 saetan dewam dike.′′

QSD′ê diyar kir ku ew e jiyana sivîlan û milkên wan ji komên çete yên çekdar biparêzin û wê nehêlin çete xwe di nava sivîlan de veşêrin.

QSD′ê di 27′ê Tebaxê de, operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî çeteyên DAÎŞ′ê, kesên hewl didin tevliheviyan derxin û hişbirê belav dikin, da destpêkirin.