Festîvala Zarokan a 6’emîn li Kobanê dest pê kir

Bi dirûşmeya “Zarok hêviya pêşeroja azad in” li Kobanê festîvala Zarokan a 6’emîn dest pê kir.

Bi piştevaniya Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, bi dirûşmeya “Zarok Hêviya Pêşeroja Azad in” Festîvala Zarokan a 6’emîn li Kobanê hat lidarxistin. Beriya festîvalê, meş hat kirin. Meş ji qada jina azad destpê kir û heta Navenda Çand û Hunera Baqî Xido dewam kir.

Beriya meşê daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Canê ve hat dayîn û ev tişt hat gotin, “Em weke Navenda Çand û Hunera Baqî Xido û Hîlala Zêrîn vê rojê li tevahî zarokan pîroz dikin. Zarok hêviya pêşeroja azad in.”

Piştre zarok heta Navenda Çand û Hunera Baqî Xido meşiyan.

Beriya Festîvalê deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştre jî Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Arîn Kobanê ev roj li tevahî zarokan pîroz kir û got, “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihîştin vê astê. Em vê rojê li Rêber Apo û li tevahî zarokan pîroz dikin. Em ê tola şehîdan hilînin û xwedî li doza wan derkevin. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Rêber Apo dibêje, ‘min xiyanet li xeyalên xwe yê zarokatiyê nekir’. Lewma divê em hîn zêdetir xwedî li zarokên xwe derkevin.”

Koma Şehîd Şîlan a Hîlala Zêrîn, Koma Şehîd Şîlan a Çand û Hunera Baqî Xido ya Dîlanê, Koma Şehîd Mistefa ya Şano, Koma Şehîd Esmer a Strana Hîlala Zêrîn, Gulên Pêşerojê ya danîngeha Kobanê, Koma Peymangeha Vejîn, Koma Şehîd Sakîne ya Şano, Koma Barîn a Muzîkê, koma Tîrêja Rojê ya Danîngehê, Koma Şehîd Dicle a Şano beşdarî festîvalê bûn û hunerên xwe pêşkêş kirin.

Festîval wê sibe jî dewam bike. Wê sibe jî 10 kom beşdarî festîvalê bibin.