Li Suveydayê li dijî hikûmeta Şamê xwepêşandaneke mezin hat kirin

Di çarçoveya xwepêşandanên protestoyî de ku ji gava rakirina subvansiyona sotemeniyê li Suveydayê ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de, bi hezaran kes cardin derketin kuçe û kolanan.

Çalakiyên protestoyî meha Tebaxê dest pê bûn. 1’ê Îlonê xwepêşandana herî mezin li Suveydayê hat lidarxistin. Li gor çavkaniyên herêmî zêdeyê du hezaran kes tev li çalakiyê bûne.

Girseya li qada navendê li hev civiya, diruşim li dijî hikûmetê berz kirin û alên Durziyan hildan.

Hin çavkaniyan diyar kir ku ewqas kes ji bo protestokirina Beşar Esad li Suveydayê ev cara yekemîn e ku ewqas kes li hev civiyane. Xwepêşanderan diruşima ‘’Bicehime Beşar’’ berz kir.

Xwepêşander nîşaneyên desthilatdariyê jî ji xwe re dikin armanc. Portreyên Esad diqelêşin lê desthilatdarî nakeve hewila tepisandina xwepêşandanan.