Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê 4 zarok qetil kirin
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, ji bejahî ve êrîşê dibin ser gundên Minbicê. Êrîş yekser li ser sivîlan tê kirin. Hate ragihandin ku 4 zarok hatin qetilkirin.
Çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, ji bejahî ve êrîşê dibin ser gundên Minbicê. Êrîş yekser li ser sivîlan tê kirin. Hate ragihandin ku 4 zarok hatin qetilkirin.
Çeteyên ser bi rejîma Enqereyê ve, di sibeha 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bejahî ve êrîş birin ser gelek gundên li bakur û rojavayê Minbicê.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemû nuqteyan di cih de bersiv dan êrîşan û şer destpê kir.
Li gundê Mihsenliyê, ku li bakur û rojhilatê Minbicê ye, di êrîşa destpêkê de 4 zarok hatin qetilkirin. Agahiyên berfireh hîn bi dest neketine.