Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyanî da û got: “Em ê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rêya şehîdan bişopînin.”

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî têkildarî êrîşên li dijî Minbicê daxuyaniyek da.

Koordînatorê meclisên bajarê Minbicê û gundewarên wê Ebdulbasit El Şiwêx li pêş avahiya rêveberiyê ya li bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya rêveberiyê de hate destnîşankirin ku 2 roj in êrîşî niştecihên herêmê tê kirin û hat gotin: “Armanca wan êrîşan qetilkirin, koçberkirin, xirakirina ewlehî û îstiqrarê ye. Ev êrîş hemwextî şahiyên li cîhanê yên bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê pêk hatin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim banga aştiyê dike û banga aştiyê li tevahî cîhanê dike.”

Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye: “Em li hember destdirêjiyên komên çekdar ên destekê ji rejîma Tirk a faşîst digirin, bûne tek. Em bang li hêzên aştîxwaz û rêxistinên mirovî dikin ku van sûcan bi dawî bikin. Em bi bîr dixin ku rêveberiyên hemû dewletên li herêmên me xwedî serwerî ne li hember van zêdegaviyan xwedî berpirsiyarî ne. Em ê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rêya şehîdan bişopînin.”