Cenazeyên 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan şeniyên Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî ku di Operasona ′Xurtkirina Ewlehiyê' de şehîd bûbûn, veşartin.
Bi sedan şeniyên Şedadê cenazeyên şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî ku di Operasona ′Xurtkirina Ewlehiyê' de şehîd bûbûn, veşartin.
Şêniyên navçeya Şedadê, malbatên şehîdan, endamên sazî, rêveberiyên sivîl û şervanên QSD′ê, cenazeyên şervanên QSD’ê Ehmed Meter Ebdullah (Şivan) û Hisên Elî El Ilêwî (Ehmed) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê veşartin.
Şervanên QSD′ê Ehmed Meter Ebdullah di 27′ê Tebaxê de û Elî El Ilêwî di 29′ê Tebaxêde di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Etiye şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: "Her du şehîd Ehmed û Hesen bûn sembola şeref û rûmetê û ji nifşên bê re bûn ronahiya rêya heqîqet û azadiyê.′′
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî axivî û got: "Bila serê malbatên her du şehîdan sax be ku di oxira parastina vê xaka pîroz de canê xwe dane."
Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra El Ebdullah wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hatin veşartin.