ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Rojava pirtûkfiroşên bufe
Li 7 bajar û navçeyên Rojava pirtûkfiroşên bufe hatin avakirin. Bi rêya van pirtûkfiroşan hem mirov dikarin bi hêsanî pirtûk, kovar û rojnameyan bi dest bixin, hem jî çanda xwendinê belav dibe. -
Dewleta Tirk li ser rêya M4 li wesayîtek xist- NÛ BÛ
Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya M4 a di navbera Hesekê û Qamişloyê de wesayîtek bombebaran kir. -
Li Kobanê jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Li Kobanê jinên li ciwan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û ragihandin ku ew jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dibin. -
Navê xizmê xwe yê şehîd li xwe kir, li heman cihî şehîd bû
Cenazeyê şehîd Herdem Çiya ku navê kurxalê xwe yê li Dêrazorê şehîd bûyî li xwe kir û li heman cihî şehîd bû, li Qamişloyê hate veşartin. -
DAÎŞ'ê êrîş kir: 34 leşkerên Şamê mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê û di encamê de 34 leşker hatin kuştin. -
‘Em ê bi fikra Rêbertî bi ser bikevin’
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Norî Şêxo wiha got: “Em soz didin ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û em ê di nava serkeftineke mutleq de jiyan bikin.” -
Dewleta Tirk li Girê Spî welatî revandin
Çeteyên dewlet Tirk a dagirker li Kantona Girê Spî ya dagirkirî 6 welatiyên Kurd revandin. -
Meclîsa ku barê giran ê şoreşê hildaye ser milê xwe
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar û 804 şehîd hatin dayin, ku hîn jî têne dayin. Meclîsa Malbatên Şehîdan bi 8 komîte û 199 komunan xwe digihîne hemû malbatan, karê rêxistinî, piştevanî, tenduristî û aboriyê dimeşîne. -
Çeteyên girêdayî Şamê zarokek qetil kirin
Çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê li gundê Dîban ê girêdayî Dêrazorê zarokê bi navê Abdulrauf Ûbeyd El Xelef qetil kirin. -
Rojnamevan Seyît Evran li Qamişloyê hat bibîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran yê di 22’yê Îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat bibîranîn. -
Şandeya Fransî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
Şandeya ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye wezîfedarkirin, serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Mihemed Henan: Wê gelê me dest ji rêya azadiyê bernede
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Til Rifat Mihemed Henan qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifat kir û got, ew çiqas êrîş bikin, gel wê paşde gav neavêje. -
Cenazeyê Şehîd Hamid El Ebdullah li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah yê di 2’ê Mijdarê de krîza dil derbas kir û şehîd bû, li Goristana Şehîdan hat veşartin. -
Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê ji bo Abdullah Ocalan bang kir
Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bang li saziyên navneteweyî bi taybetî NY, YE û Komîteya Xaçasor a Navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Çeteyên Enqereyê li Girê Spî ciwanek qetil kirin
Çeteyên dewleta Tirk li bendeke kontrolê ya li rojavayê navçeya Silûkê ya Kantona Girê Spî ciwanek qetil kirin. -
Li Tebqayê cenazeyê şehîd Farûq El Salih hate veşartin
Li Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Farûq El Salih ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, hate veşartin. -
Şêniyên Dirbêsiyê serdana malbata şehîd Qendîl kirin
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG'ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) re xwest. -
Li herêma Firatê li dijî şerê taybet ji bo zarokan civîn hate lidarxistin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo zarokên şehîdan derbarê xwerêvebirin, perwerdekirin û xwedî li nirxê şehîdan derketin, civîn lidar xist. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 1’ê Mijdarê di encama qezayekê de endamê wan Farûq Salih şehîd bû. -
Rîhan Loqo: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo, asta têkoşînê bilind bikin
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û asta têkoşînê bilindtir bikin. -
Ji çavên şehîdan berxwedana Kobanê
Ji fermandarên mezin ên berxwedana Kobanê Şehîd Rêzan Amed: Me li her derê xwîn rijand, şehîd û birîndar dan. Bi vî rengî xwe gihand bajarê Kobanê. Ji her alî ve me bêhn li wan çikand. -
Dewleta Tirk êrîşî Şehbayê kir
Balafirên bê mirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa yê Şehbayê bombebaran kir. -
YRA: Em hesab ji berpirsên sûc ên li dijî rojnamevanan bipirsin
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bang li saziyên eleqedarî mafên rojnamevanan hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kantona Qamişloyê dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker piştî gundên Tirbespiyê yên Kantona Qamişloyê bombe li gundê Til Zîwan ê li nêzî bajêr barand. -
Kobanê ne mîna Mûsilê bû, heta dawiyê li ber xwe da
Rojnamevan Xezne Nebî ku berxwedana Kobanê dişopand wiha got: “Du rê hebûn; Yan wê Kobanê mîna Mûsilê bûya, yan jî wê heta dawiyê li ber xwe bida. Bê guman Kurdan bi şerkirinê heta dawiyê li ber xwe dan."