YRA: Em hesab ji berpirsên sûc ên li dijî rojnamevanan bipirsin
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bang li saziyên eleqedarî mafên rojnamevanan hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bang li saziyên eleqedarî mafên rojnamevanan hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê.
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 2′yê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dawîkirina Bêcezakirina Sûcên li Dijî Rojnamevanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.
YRA`yê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û rojnamevanan kir ku ji bo hesabpirsîna ji sûcdarên ku li dijî rojnamevanan sûc kirine, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têbikoşin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku asta demokrasî, azadî û mafên gelan girêdayî asta azadiya çapemeniyê ye û wiha dewam kir: “Li gelek welatên cîhanê hikûmet ji bo bêdengkirina rojnamevanan bi gef, çewisandin, şîdeta fîzîkî, êşkence, girtin, windakirina bi zorê û carna jî bi kuştinê serî li rêbazên tund didin. Xebatkarên ragihandina azad li her derê bi bêedaletî û hedefgirtinê re rû bi rû dimînin.”
Di dewama daxuyaniya xwe de, YRA`yê bal kişand ser sûcên çeteyên DAÎŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hat gotin: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rojnamevan rastî êrîşên DAÎŞ`ê û dewleta Tirk hatin. Ew alî dixwazin hemû rojnamevanan bêdeng bikin, gefan li jiyana wan dixwin û bi rêya bombebaranê wan qetil dikin.”
YRA`yê şehîdxistina nûçegihanê ajansa ANHA’yê Îsam Ebdullah (2022) di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de û hedefgirtina erebeya ekîba Jin TV`yê wekî mînak destnîşan kirin û wiha dewam kir: “Piştî êrîşa li dijî ekîba Jin TV`yê YRA’yê Komîteya Şopandina Rastiyan ava kir û li ser belgekirina mijarê kar dike. Dê encamên xebata komîteyê demeke nêz bi raporek berfireh bi raya giştî re were parvekirin.”
Di heman daxuyaniyê de qala revandina Rojnamevan û Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê desthilata Başûrê Kurdistanê ve hate kirin.
Bang li saziyên eleqedarî mafên rojnamevanan hat kirin ku ji bo hesabxwestina ji berpirsên sûcên li dijî rojnamevanan bikevin liv û tevgerê.