ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê ji bo 3 şehîdan şîn hate danîn
Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê ji bo malbatên du gerîlayên ku di demên cuda de şehîd bûne û malbata şervanekî QSD’ê, sersaxî xwest. -
Çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser hêzên Şamê: 5 leşkerên Şamê mirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojhilatê Humsê êrîş birine ser hêzên Şamê û di encamê de 5 leşker hatine kuştin. -
Li Rojava 15 hezar sporvanên ciwan hene -NÛ BÛ
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karên sporê ji sala 2014'an û pê ve zêde bûne. Nêzî 15 hezar ciwan tevlî karên sporê dibin. -
Li Tebqayê şervanekî şehîd bû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Xalid Eşwî El Muxîr şehîd bûye. -
YPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
YPG’ê nasnameya şehîd Serbest Heleb ku 11’ê Mijdarê di encama qezayekê de şehîd bû, eşkere kir. -
Li Sûriyeyê êrîşa DYE’yê: 8 milîsên alîgirên Îranê mirin
DYE’yê ragihand ku di encama êrîşeke hewayî ya li ser rojhilatê Sûriyeyê de, 8 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin. -
Mûnzûr: Divê paradîgmaya Rêber Apo bê pêk anîn
Berdevkê Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr got, "Divê fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê belav bibe û her wiha bi belavbûnê ve sînordar nemîne, pêwîste bê pêk anîn." -
YPJ‘ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şehîdekê eşkere kir û got: “Hevrêya me Yasmîn Îbrahîm bi nasnav Avaşîn Zinarîn dema li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.“ -
63 sal bi ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bû
Di 13’ê Mijdara 1960’an de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişloyê 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin qetilkirin. Di ser vê komkujiyê re 63 sal derbas bû. -
Xelkê Minbicê tecrîd protesto kir: CPT berpirsiyar e!
Xelkê Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî li dar xist. -
Dewleta Tirk sê kesên ji Heleb û Humsê revandin û fîdye xwest
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sê kesên ji Heleb û Humsê revandin û ji malbatên wan fîdye xwestin. -
PYD: Endamê me Îdrîs Sûbasî şehîd bû
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku endamê wan Îdrîs Subasî ku di encama êşkenceyên hovane yên dewleta Tirk de rewşa wî xirab bû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bûye. -
Li dijî baregehên DYE’yê êrîş pêk hatin
Hat ragihandin ku li dijî du baregehên leşkerî yên DYE’yê yên li Sûriyeyê êrîşa bi balafirên bêmirov pêk hatine. -
Ewladê Rojava: Aram Îbrahîm
Şehîd Aram Îbrahîm ku du dest û lingekî xwe di şoreşê de winda kir, ti carî dest ji têkoşînê berneda. Bi dirûşma 'Heta dawiyê xizmeta ji şoreşê re' hate naskirin. Ne tenê ewladê dayik û bavê xwe bû, bû ewladê temamiya Rojava. -
Cenazeyê şehîd Eyad Ibadî El Hisên hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Eyad Ibadî El Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Şedadê hate veşartin. -
Şêniyên Herêma Firatê li dijî êrîşa li ser Navenda Ciwanan daketin qadan
Bi sedan şêniyên Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrîşa li dijî Navenda Ciwanên Şoreşger a li Minbicê daketin qadan û gotin, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne. Ew ê tola xwe hilînin.” -
Li Dêrazorê çeteyek hate kuştin û yek jî hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di operasyona HAT’ê ya li Dêrazorê de, çeteyekî hêzên hikûmeta Şamê hatiye kuştin û yek jî hatiye girtin. -
Li Hesekê çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kir
Li Hesekê di çarçoveya banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiya kon hate vedan. Çalakî wê 7 rojan dewam bike. -
Li Til Temirê ji bo şehîd Omer Meter konê sersaxiyê hate danîn
Li navçeya Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê ji bo şervanê QSD’ê şehîd Omer Mihemed Meter konê sersaxiyê hate danîn. -
Li Meclîsa Ciwanan a Minbicê teqîn
Li ber Meclîsa Ciwanan a Minbicê teqînek çêbû. Hate ragihandin ku ji ber teqînê hin kes birîndar bûne. -
Fermandariyên YPG û YPJ'ê ji bo şoreşgerên Myanmarê peyamek weşand
Fermandariyên YPG-YPJ'ê: Em peyama we ya ku êşên me parve dike û xwedî li berxwedana me derdikeve pir girîng dibînin. Helwesta we ya hevgirtinê moral dide me û em spasiya we dikin. -
Konferansa navneteweyî ya ji bo parastina mîrateyan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêkhateyên herêmê berhem, rêûresm û kevneşopiya xwe di konferansê de nîşan dan. -
'Têkoşîna me wê heta azadiya Rêber Ocalan dewam bike'
Amîna Xidiro bal kişand ser pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya navneteweyî û destnîşan kir ku ew ê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin. -
Sûka qedîm a Qamişloyê: Ezra
Sûka Ezra sûka qedîm a Qamişloyê ye. Ji dûr ve bêhna biharatên li sûkê tê. Bi avahiyên xwe yên ji kerpîçê, bi deriyên xwe yên text hîn jî otantîk e. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Omer El Matar hat veşartin
Bi hezaran kesên li navçeya Til Temir a gîrêdayî Kantona Hesekê û ji gundên derdora wê, tev li merasîma cenazeyê şervanê QSD'ê Agirî Til Temir (Omer El Matar) bûn.