ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şêniyên Helebê: PKK’ê tevgerek rizgarîxwaz e
Şêniyên Helebê têkildarî salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê axivîn û got, "PKK tevgereke rizgarîxwaz e ku ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe." -
'PKK’ê ji bo me rojbûneke nû ye'
Hevseroka Navçeya Sirînê Fatma El Mele 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li tevahî gelan pîroz kir û got, “Damezrandina PKK’ê ne tenê ji bo gelan, ji bo jinan jî bûye rêya rizgariyê.” -
Li Rojava coşa Cejna Vejînê - NÛ BÛ
Li gelek navendên Rojava salvegera 45’emîn a demezirandina PKK’ê bi şahiyan hatin pîrozkirin. -
Salvegera demezrandina PKK'ê li Şehbayê hat pîrozkirin
Xelkê Efrîn û Şehbayê salvegera demezrandina PKK'ê li bi şahiyeke girseyî pîroz kirin. -
Li herêma Firatê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin
Li Herêma Firatê bi wesîleya 27’ê Mijdarê 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê şahiyek mezin bi tevlîbûna hezaran hat lidar xistin. -
Dewleta Tirk li Girê Spî 3 ciwan revand
Dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî Serdar Ehmed, Emar Ehmed û Nûran Ehmed revand. -
Sara Qawas: Bingeha ku PKK’ê danî, diyarker e
Endama Meclîsa PYD’ê Sara Qawas diyar kir ku li Rojava bingeha ku PKK’ê danî û têkoşîna wê diyarker e û got: “Ev şoreş dewama felsefeya Rêber Apo û ruhê Apoyî ye.” -
Piştî êrîşên Îsraîlê balafirgeha Şamê dîsa ji xizmetê derket
Balafirgeha Şamê ku ji ber êrîşa Îsraîlê mehek girtî bû, piştî çend saetan vebû dîsa bû hedefa êrîşa hewayî û ji xizmetê re hat girtin. -
'Damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bû roja vejînê'
Ji welatparêzên Kurd ên ku karîbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin Ehmedê Pîrê diyar kir ku damezrandina PKK'ê ji neteweya Kurd re bûye roja vejînê û got, "Bi 6 kesan destpê kir, vaye bûye bi milyonan mirov." -
Ciwanekî Êzidî li Idlibê hate rizgarkirin
Ciwanekî Êzidî yê di dema fermanê de ji Şengalê hate revandin, li Idlibê hate rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate kirin. -
'Şoreşgerên PKK'ê şoreşgerên rêya heqîqetê ne'
Endamê Meclîsa Rêveber a PYD'ê Welîd Dinglî diyar kir ku 27'ê Mijdarê û şoreşgerên vê rêyê bûne çavkaniya îrade, berxwedan û têkoşînê ji bo gelê Kurd. -
'PKK bindestan hemûyan digihîne hev'
Ji fermandarên QSD'ê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku PKK'ê xwe gihand bi milyonan mirovî, bi deh hezaran şervanên xwe hene, li her devera cîhanê mirov rakir ser piyan û got, "Ruh û hêza PKK'ê bindestan hemûyan digihîne hev." -
Salvegera demezirandina PKK’ê li Qamişlo bi coş hat pîrozkirin
Salvegera 45'emîn a damezirandina PKK'ê li Kantona Qamişlo bi coş hat pîrozkirin. -
Li Amûdê ji bo Ciwan Mihemed konê sersaxiyê hat danîn
Ji bo welatiyê bi navê Ciwan Mihemed ê di 23’ê Mijdarê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li ber mala wî ya li Amûdê konê sersaxiyê hat danîn. -
Dewleta Tirk li Til Temirê welatiyek revand
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Deşîşê yê navçeya Til Temirê welatiyê bi navê Ehid Ehmet El Elî revand û ber bi cihekî nediyar ve birin. -
Li Minbicê ji bo fermandar Mihemed Horan şîn hate danîn
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan (Ebû Cewan) 24’ê Mijdarê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Ji bo fermandar Mihemed Horan şîn hate danîn. -
Li Sirînê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin
Li navçeya Sirînê bi tevlîbûna sedan şênî 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. -
Ji bo Leyla Mistefa peyamên sersaxiyê
Ji bo Hevseroka berê ya Meclîsa Gel a Reqayê Leyla Mistefa ku ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da gelek peyamên sersaxiyê hatin weşandin. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşa dirêj destpê dike
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê dest bi meşeke dirêj dikin ku wê 3 rojan dewam bike. -
'PKK ji bo me rojbûn e û jiyaneke nû ye'
Xelîl Mislim Dêmo diyar kir ku damezrandina PKK’ê jî ji bo Kurdan rojbûneke û jiyaneke nû ye got; “Di sala 46'an a damezrandina PKK’ê de em ê Rêberê xwe fîzîkî azad bikin." -
'Rêber Apo tevgereke welê ava kir ku bû hêvî ji gelan re'
Arîf Şêxo yê ji Efrînê: Rêber Apo tevgereke welê ava kir ku bû hêvî ji gelên bindest re. Li Kurdistanê tenê zilm, birçîbûn, girtîgeh û mirin hebû. Tevî van hemûyan jî Rêber Apo bi hevrêyên xwe re gavên mezin avêt. -
Cenazeyê fermandar Mihemed Horan û Ciwan Mihemed hatin veşartin
Cenazeyê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan li Minbicê û şehîd Ciwan Mihemed li Amûdê hat veşartin. -
Ji bo Şehîd Hesen Şahîn merasîma sersaxiyê hat lidarxistin
Xelkê Girkê Legê sersaxî ji malbata Şehîd Hesen Şahîn re xwest. -
'Li Rojava 27’ê Mijdarê li malan dihat pîrozkirin'
Li Rojava di salên ewil de yek ji malên ku salvegera damezrandina PKK’ê lê dihat pîrozkirin jî mala Bavê Melek bû. Dayika Cemîle bal kişand pîrozbahiyên niha û got: “Helbet em heta ku hatin vir me bedelên mezin dan.“ -
Dewleta Tirk dîsa bombe li Minbicê barand
Dewleta Tirk a dagirker îro cara duyemîn bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîşî Minbicê kir. Hat diyarkirin ku li taxa Xesaniyê ya bajêr wesayîtek hatiye hedefgirtin û şehîd hene.