Şêniyên Dirbêsiyê serdana malbata şehîd Qendîl kirin
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG'ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) re xwest.
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG'ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) re xwest.
Şêniyên Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl û meclîsan ji bo sersaxiya malbata gerîlayê HPG′ê Gernas Qendîl (Kawa Mamo) berê xwe da konê sersaxiyê yê li gundê Yarmecî hatiye vedan. Gernas Qendîl di 24′ê Tebaxa borî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Mihemed Kotî fedakariyên şehîdan silav kirin û wiha got: "Şehîd Gernas û hevrêyên xwe li çiyayên Kurdistanê nûnertiya xeta berxwedanê li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK′ê dikin."
Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Amûdê Omeran Orkêş axivî û soza dewamkirina têkoşînê li ser metoda şehîdan da.
Her wiha endama Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Cîhan Mihemed sersaxî da malbata şehîd û wiha got: "Ji bo parastina nasname û rûmeta gelan û sekna li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xayînên hevkariya wê dikin, hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê bi lehengî şer dikin."
Li ser navê malbata şehîd Gernas Qendîl jî pismamê şehîd Mihemed Mamo axivî û wiha got: "Şehîd Gernas di jiyana xwe de rêya rastiyê esas girt û em soz didin şehîdan em ê li ser şopa wan û fikra Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."
Wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû