Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 1’ê Mijdarê di encama qezayekê de endamê wan Farûq Salih şehîd bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 1’ê Mijdarê di encama qezayekê de endamê wan Farûq Salih şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya femrî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Endamê me Farûq Salih roja çarşemê 1’ê Mijdarê li bajarê Reqayê di encama qezaya trafîkê de şehîd bû.
Şehîd Farûq vê dawiyê tevlî nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Berpirsiyariya wî li hember welatê wî hişt ku tevlî nava refên hêzên me bibe. Ew endamekî durist û bi karê xwe re wefedar û dilsoz bû. Heta ku gihîşt asta şehadetê jî erka xwe bê kêmanî pêk dianî.”
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nav û paşnav: Farûq Salih
Navê Bav: Mihemed
Navê Dayikê: Ebîr
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Reqa/15.1.2023
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa/1.11.2023