DAÎŞ'ê êrîş kir: 34 leşkerên Şamê mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê û di encamê de 34 leşker hatin kuştin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê û di encamê de 34 leşker hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya SOHR'ê, êrîş li çola Resafê hate kirin ku li sêgoşeya Reqa-Hûms-Dêrazorê ye.
Hate ragihandin ku di êrîşê de 34 leşkerên Şamê hatine kuştin. Her wiha balafirên Rûs jî bombe li çeteyên DAÎŞ'ê yên li bejahiya Resafê barandin.
Hate ragihandin ku gelek çete hatine kuştin, lê belê hejmarek nehate dayin.