Li Rojava pirtûkfiroşên bufe

Li 7 bajar û navçeyên Rojava pirtûkfiroşên bufe hatin avakirin. Bi rêya van pirtûkfiroşan hem mirov dikarin bi hêsanî pirtûk, kovar û rojnameyan bi dest bixin, hem jî çanda xwendinê belav dibe.

Projeya pirtûkfiroşên buf di sala 2019'an de li Rojava hate destpêkirin. Şêniyên Kobanê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Rimêlan û Dêrikê bi rêya pirtûkfiroşên bufe pirtûk, kovar û rojnameyan bi hêsanî bi dest dixin.

Li gel pirtûkên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî her wiha parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkên helbest, çîrok û romanan li van pirtûkfiroşan hene. Her wiha kovar û rojname jî dikarin bêne peydakirin. Şermola, Mizgîn, Lêkolînên Stratejîk, Şarkul Avsat, Kovara Sîwan, Serxwebûn, El Sûrî, Ronahî û rojnameya Rojava jî digihêjin ber destê xwendevanan. Buhayê wan jî ji 5 heta 30 hezar lîreyê Sûriyeyê ye. Li pirtûkfiroşan her wiha amûrên ji bo xwendin û nivîsandinê jî hene.

Hemrîn Fethî Osman (24) yek ji pirtûkfiroşên bufe yên li Qamişloyê ye. Hemrîn anî ziman ku şêniyên herêmê bi rêya wan pirtûkan bi hêsanî bi dest dixin û got, "Bi projeya pirtûkfiroşên bufe re ku ji bo zêdebûna çanda xwendinê hate destpêkirin, em yekser bi gel re têkiliyê datînin. Rojname, kovar û pirtûkên me yên bi ziman û cûreyên cuda hene. Her wiha ji bo xwendekaran jî amûrên me yên ji bo xwendin û nivîsandinê jî hene."

Hemrîn diyar kir ku zivistanê di navbera saet 09:00 û 16:00 de, demsalên din jî heta derengiyê ew xizmetê dikin. Her wiha ji eleqeya ji wan re tê nîşandan jî kêfxweş e.