Li Tebqayê cenazeyê şehîd Farûq El Salih hate veşartin

Li Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Farûq El Salih ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, hate veşartin.

Xelkê Tebqayê, nûnerên rêveberî, partiyên siyasî beşdarî merasîma veşartina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Farûq Mihemed El Salih bûn. Faroq El Salih di 1′ê Mijdarê de di qezayekê li Reqayê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensora Foza El Mihemed axivî û got: "Şehîdan di oxira gel û welat di ewlehiyê de bijîn de canê xwe da."

Foza soz da ku heta dawiya jiyana xwe li ser şopa şehîdan bin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ebdulhekîm El Umêrî wiha got: "Ji vê cihê pîroz em tevahî şehîdan azadiyê bi bîr tînin û em ê li ser şopa wan bin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer jî axivî û wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn her tim li eniyan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û şer kir û di hundir de jî li hember kesên hewl didin derbeyê li projeya neteweya demokratîk bidin û fitneyê belav bikin, disekinin."

Omer wiha domand: "Em ji tevahî cîhanê re diyar dikin ku em heta gihandina armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk a pirrengî li ser bingehê xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş di têkoşîn û projeya xwe de dewam dikin."

Di dawiyê de hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind Xelîl wesîqeya şehîd xwend û radestê malbatê kir.