Cenazeyê Şehîd Hamid El Ebdullah li Şedadê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah yê di 2’ê Mijdarê de krîza dil derbas kir û şehîd bû, li Goristana Şehîdan hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah yê di 2’ê Mijdarê de krîza dil derbas kir û şehîd bû, li Goristana Şehîdan hat veşartin.
Cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Hamid El Ebdullah yê di 2’ê Mijdarê de krîza dil derbas kir û şehîd bû, li Goristana Şehîdan hat veşartin. Di merasîmê de wêneyê Şehîd Cuma Hamid El Ebdullah hatin hildan. Di merasîmê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.
Di merasîmê de endamê Mecl3isa Malbatên Şehîdan a Şedadê Emced El Dexîl axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Hozan Kobanê jî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em wan kesên di oxira parastina welat û malên gelê xwe de canê xwe daye ji bîr nakin û em ê li timî li ser rêya wan bimeşin."
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd û radestkirina ji malbatê re bi dawî bû.