Dewleta Tirk li Girê Spî welatî revandin
Çeteyên dewlet Tirk a dagirker li Kantona Girê Spî ya dagirkirî 6 welatiyên Kurd revandin.
Çeteyên dewlet Tirk a dagirker li Kantona Girê Spî ya dagirkirî 6 welatiyên Kurd revandin.
Li bajarokê Eyn Eros ê girêdayî Kantona Girê Spî ya dagirkirî endamên çeteyên Cebhet El Şamiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi ser dewata Şahîn Ehmed ê ji pêkhateya Kurd de girt, li wan xistin û ew derb kirin.
Hate zanîn ku çeteyan zava, bavê wî, bavê bûkê û 3 pismamên wî, piştî lêdanê revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Navên pismamên zava wiha ne: Reşad Ehmed, Mistefa Ehmed û Seed Ehmed.