Meclîsa ku barê giran ê şoreşê hildaye ser milê xwe

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11 hezar û 804 şehîd hatin dayin, ku hîn jî têne dayin. Meclîsa Malbatên Şehîdan bi 8 komîte û 199 komunan xwe digihîne hemû malbatan, karê rêxistinî, piştevanî, tenduristî û aboriyê dimeşîne.

Li gorî qeyda komîteyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 11 hezar û 804 şehîd hatin dayin. Ji ber şert û mercên şer ku hîn jî dewam dike, hejmara şehîdan her roj zêde dibe. Herî kêm 3 hezar û 893 hevjînên şehîdan, 11 hezar û 585 zarokên şehîdan hene. Berpirsyara Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hêvî Seyîd got, "Dema ku em serdana malbatan dikin, jin ji me hêzê werdigirin. Em jî malbatên şehîdan e. Hem ji me hem jî ji civakê hêzê werdigirin; fêhm dikin ku ne bi tenê ne."

Meclîsa Malbatên Şehîdan ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwe bi rêxistin kiriye, di sala 2008'an de yekemcar li Şehbayê xwe bi rêxistin kir, Komîteya Şehîdan a Şehbayê ava bû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Malbatên Şehîdan 28'ê Tîrmeha 2011'an li gundê Bestasus ê Dêrikê konferansa xwe ya destpêkê lidar xist. Bi konferansê re li her bajarî bi rengê komên biçûk xwe bi rêxistin kir. Ji sala 2011'an û vir ve Saziya Malbatên Şehîdan rêxistiniya xwe li her bajarî belav kiriye. Di sala 2015'an de weke Meclîsa Malbatên Şehîdan têkoşîna xwe dewam kir. Meclîsa Malbatên Şehîdan ku weke 8 komîte xwe bi rêxistin kiriye û di bin sîwana xwe de sîstema komun heye, ji 199 komunan pêk tê. Di nava her komunê de jî ji 25 heta 50 kesî hene.

Meclîsa Malbatên Şehîdan îsal kongreya xwe ya destpêkê lidar xist û li Şehba, Heleb, Minbic, Kobanê, Tebqa, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Hesekê, Til Temir, Til Berak, Dirbesiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, li kampên Serêkaniyê û Waşokanî hene.

Hejmara şehîdgeh û şehîdên li herêman bi vî rengî ne: Şedadê 426, Til Hemîs 95, Amûdê 74, Minbic 351, Til Koçer 96, Kobanê (çar şehîdgeh) hezar 739, Qamişlo (du şehîdgeh) 891, Dêrik 980, Reqa (du şehîdgeh) 420, Tirbêspiyê 194, Heleb 38, Şehba (du şehîdgeh) 220, Hesekê (sê şehîdgeh) hezar 90, Dirbêsiyê 544, Til Temir 269, Dêrazor (sê şehîdgeh) 349 û Tebqa 230.

KOMÎTE Û AKADEMÎ DIXEBITIN

Komîteya Perwerdeyê ji perwerdekirina hemû endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan a li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk berpirsyar e. Ji bo malbatên şehîdan bi rêk û pêk tevlî perwerdeyên li akademiyan û perwerdeyên pîşeyî bibin kar têne kirin. Ji bo perwerdekirina zarokên şehîdan hemû derfet têne bikaranîn, birêxistinkirin û bersiv ji pêwîstiyan re tê dayin. Meclîs li Dibistana Teknolojiyê Beşîr Qamişlo giraniyê dide ser karên Akademiya Zarokên Şehîdan, perwerdeya du salan a kompûter, elektronîk, dîzayn, fîzîk, kîmya, matematîk, Kurdî, Îngilîzî û Erebî dide. Meclîs hewl dide vê modela dibistanê li hemû bajaran belav bike. Li Reqayê jî di asta perwerdeya ziman û teknolojiyê de perwerde tê dayin.

Li Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî jî ji bo zarokên şehîdan ên mezin perwerdeya Kurdî, Îngilîzî, Erebî, perwerdeya kompûterê tê dayin. Her wiha malbatên şehîdan ên di bin sîwana Akademiya Meclîsa Malbatên Şehîdan jî tevlî perwerdeya îdeolojî dibin.

Komîteya Lihevkirinê h emû pirsgirêkên malbatî bi feraseta civakeke polîtîk û exlaqî dinirxîne û hewl dide çareser bike.

Komîteya Kontrolkirin û Şopandinê jî hewl dide rewşa hemû malbatan bişopîne, binirxîne, pêwîstî û daxwazên wan diyar bike û têkildarî her malbatê raporan amade dike.

XIZMETA TENDURISTIYÊ BI DERFETÊN KÊM

Komîteya Tenduristiyê ji bo başkirina tenduristiya civakê karê perwerdekirinê dimeşîne, bi derfetên heyî piştgiriyê dide malbatên şehîdan.

Komîteya Aboriyê aboriya civakê ji xwe re dike esas, bi feraseteke komunal û demokratîk xwe bi rêxistin dike, xwe dispêre kooperatîfan. Ji bo rewşa aboriyê ya malbatên şehîdan baş bike projeyên kar û hilberînê diafirîne, bi berfhemên van projeyan xizmetê dide malbatên şehîdan. Xwedî projeyên kooperatîfê yên mîna zîreet û sewalkariyê ye.

Her wiha bi karê arşîv û çapemeniyê xwe digihîne hemû agahiyên têkildarî şehîdan, karê amadekirina portreyên şehîdan dimeşîne.

BIRÊXISTINKIRINA HEVJÎN Û ZAROKÊN ŞEHÎDAN

Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan bi dayikên şehîdan, hevjîn û zarokên şehîdan re yekser eleqedar dibe. Meclîsa Jinê yekser tevlî karên Meclîsa Malbatên Şehîdan dibe, karê meclîsê bi rengekî çalak dimeşîne. Di 5'ê Gulana 2021'ê de konferansa destpêkê, di 25'ê Tebaxa 2023'an de jî konferansa xwe ya duyemîn lidar xist. Di konferansê de li ser başkirina kar, piştgiriya ji bo zarok û malbatên şehîdan nêrîn û pêşniyarên xurt hatin kirin.

ARMANC HEMBÊZKIRINA MALBATÊN ŞEHÎDAN E

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd bal kişand ser wezîfe û berpirsyariyên Meclîsa Malbatên Şehîdan û got, "Her roj em şehîdan didin. Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo piştgiriyê bide malbatên şehîdan, piştgiriya manewî bide hevjîn û zarokên şehîdan di her kêliyê de amade ye. Armanca me ya esasî hembêzkirina malbatên şehîdan e. Xwîna Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Asûrî, Tirkmen, Elman, Fransî, Kanada, Misir û gelek neteweyên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hev bûn. Şoreşa Rojava encama têkoşîneke bi vî rengî ye. Rojava xwedî 60 şehîdên enternasyonal e. Her wiha 9 malbat ji wan hatin herêma me. Xwedî li têkoşîna ewladên xwe derketin."

EM ÇARESERIYÊ JI PIRSGIRÊKAN RE PEYDA DIKIN

Berpirsyara Meclîsa Jinê ya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hêvî Seyîd jî diyar kir ku ji bo piştgiriya manewî bidin dayik, hevjîn û zarokên şehîdan karê perwerdekirinê dimeşînin, hewl didin ji pirsgirêkan re çareseriyê peyda bikin.

Hêvî Seyîd bal kişand ser akademiyên ji bo hevjîn û zarokên şehîdan û got, "Em dixwazin Dibistana Teknolojiyê ya Şehîd Bêşîr Qamişlo li hemû bajaran pêk bînin. Di vê çarçoveyê de amadekariyên me dewam dikin. Mehên havînê perwerdeya bi Kurdî, Îngilîzî, Erebî, perwerdeya amûrên muzîkê tê dayin. Bi girtina dibistanan re em hewl didin zarokan bi rengekî têgihiştî mezin bikin. Hevjînên şehîdan tevlî akademiyên îdeolojîk û pîşeyî dibin. Her wiha li gle hunera destan, wêne û dirûtinê ji bo piştgiriya aboriyê tevlî karên kooperatîfan ên sewalkarî û zîreetê dibin. Hevjînên Şehîdan bi Meclîsa Jinê re ji tenduristiyê heta bazirganiyê, ji saziyên jinan heta aboriyê tevlî gelek karî dibin. Em ji bo wê yekê hene ku hestên jinê fêhm bikin û piştgiriyê bidin jinan. Dema ku em serdana malbatan dikin jin hêzê ji me werdigirin. Em jî malbatên şehîdan e. Hem ji me hem jî ji civakê hêzê werdigirin, têdigihêjin ku ew bi tenê nînin."