‘Em ê bi fikra Rêbertî bi ser bikevin’

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Norî Şêxo wiha got: “Em soz didin ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û em ê di nava serkeftineke mutleq de jiyan bikin.”

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Norî Şêxo ku yek ji kesên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û jê bandor bûye. Norî Şêxo têkildarî têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wî ya li ser gel, ji ANF’ê re axivî.

Norî Şêxo diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kefenê mirinê li ser Kurdan qetand û got: “Jinûve jiyanek da me. Li dijî Kurdan tunebûna çandî û zimanî, tunebûna esil jî hatibû ferzkirin. Xwestin Kurdan kefen bikin û wan bikujin. Lê bi derketina Rêber Apo re ew tayê mirinê hat rakirin, kefenê mirinê jî hat qetandin û jiyaneke nû hate afirandin.”

Norî Şêxo destnîşan kir ku sîstema emperyalîst li hemberî fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk çû û wiha got: “Dibe ku Rêber Apo bi fîzîkî girtibin, lê ji aliyê fikir ve bi rojane di nava me de dijî. Gelê me li dora Rêbertî bû xeleka agir. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Hizrê Rêber Apo, nêrîn û ramanên wî di nava me de dijîn. Em ê jî bi fikra Rêberê xwe bighêjin serkeftina mutleq. Rêber Apo ji bo avakirina kesayetekî azad berxwedaniyeke bê hempa raber kir. Xwestin ku Rêber Apo û gel ji hev qut bikin. Lê gel û Rêber Apo ji aliyê hest ve bi hev ve girêdayî ne. Em bi riya hestên xwe Rêberê xwe hîs dikin û li ser wê hestê xwe em tev digerin. Em soz didin ku em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û em ê di nava serkeftineke mutleq de jiyan bikin.”