Rojnamevan Seyît Evran li Qamişloyê hat bibîranîn
Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran yê di 22’yê Îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran yê di 22’yê Îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Kedkarê Çapemeniya Azad û nivîskar-rojnameger Seyît Evran yê di 22’yê Îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, Taxa Xerbî ya Qamişloyê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bi dehan rojnamevan, nûçegihan û xebatkarên ragihandinê tevlê bîranînê bûn. Li qada merasîmê wêneyên Seyît Evran hatin daliqandin û find ji aliyê beşdaran ve hatin vêşxistin.
Di merasîmê de berdevka Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) rojnamevan Arîn Siwêd axivî û got: “Em soz didin Şehîd Seyît ku rêya wî di ragihandina rastiyê û pêşxistina civakê de berdewam bikin.”
Piştre sînevîziyona têkildarî jiyana rojnamevan Seyît Evran û nameya wî ya dawî, axaftina hevrêyê wî Xalid Armîş li ser têkoşîna wî hate pêşandan.
Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.