ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê geracek hate bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Sirîn a Kobanê geracek bombe kir. -
Rêveberiya Xweser: Divê berpirsên kuştina sivîlan werin cezakirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser Rojava dixwaze aramiya herêmê xira bike û banga yekîtî û hevgirtinê li gel kir. -
Li Amûdê di êrişa dewleta Tirk de sivîlek şehîd bû
Meclîsa Navçeya Amûdê ragihand ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de ku bi balafireke bêmirov hate kirin sivîlek şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne. Meclîsê êrîş şermezar kir. -
Dewleta Tirk li Minbicê bombe li karkeran barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bombebarkirî li Minbicê bombe li komek ji karkeran barand. Di encamê de karkerek birîndar bû. -
HRE'yê derba giran li dagirkeran xist: 20 çete û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên dagirkirî li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker gelek çalakî kirine û di encamê de 20 çete û 3 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Asya El Hisên: Heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê têbikoşin
Asya El Hisên diyar kir, ku ku pêngava azadiyê li cîhanê deng vedaye û destnîşan kir, ku fikrê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk çareseriya îdeal e ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn. -
Cejna Vejînê li Qamişloyê hat pîrozkirin
Li bajarokê Girbawî yê Qamişloyê salvegera 45’an a damezrandina PKK′ê hat pîrozkirin. -
Cenazeyê Mihemed Silêman li Tirbespiyê hat veşartin
Cenazeyê Mihemed Silêman ê duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Tirbespiyê hat veşartin. -
‘Em ê di hemû qadên jiyanê de piştgiriyê bidin jinan’
Li Tebqayê mêr li dijî tundiya li ser jinê meşiyan û gotin, “Em ê di hemû qadên jiyanê de piştigiriyê bidin jinan. Ji ber ku jin stûna piştê ya civakê ye.” -
Dewleta Tirk a dagirker gundekî Eyn Îsayê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Qurfilê yê Eyn Îsayê topbaran kir. Hate ragihandin ku birîndar hene. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Qamişlo hate veşartin
Xelkê Qamişloyê cenazeyê şervanê QSD'ê Mazlûm Qamişlo (Macid El Hemûd) li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê veşart. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk hewl dide pêşî li tunekirina DAÎŞ'ê bigire
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide pêşî li tunekirina DAÎŞ'ê bigire. -
'Rêber Apo bêhêvîtî ji holê rakir'
Faris Îbrahîm Seyîd ku 33 sal in li Rojava di nava têkoşînê de ye, diyar kir ku têkçûna serhildanên Kurdan bû sedema bêhêvîtiyê, lê ev yek bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye guhertin. -
Cenazeyê şehîd Berfîn Efrîn li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê şervana (HRE) Berfîn Efrîn a duh şehadeta wê hat ragihandin, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Eherzê ya Şehbayê hate veşartin. -
Li Qamişloyê bi balafirên bêmirov bombe li 2 wesayitan hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker li nêzî Qamişloyê bi balafirên bêmirov êriş bir ser 2 wesayitan. Tê gotin, ji ber êrişê birîndar hene. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê li Dêrikê konê sersaxiyê hate danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Çavrê Gelhat (Şîlan Bakşî) ku meha Cotmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişloyê konê sersaxiyê hate danîn. -
Ji ber êrîşa Îsraîlê balafirgehên Şam û Helebê meheke girtî ne
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê yên bi hevdemî meha derbasbûyî kir, balafirgehên Şam û Helebê hîn jî naxebitin. -
Avaşîn Misto: Em ê bi hêza ciwantiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin
Hevseroka Ciwan û Werzîrê ya Herêma Firatê Avaşîn Misto diyar kir ku ew ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin û bang li her kesî kir ku xwedî li pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ derbikevin. -
Dewleta Tirk li Rimêlanê bombe li saziyeke sivîl barand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Rimêlan a li Kantona Qamişloyê bombe li saziyeke xizmetê barand. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Mizyed hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD′ê û endamê Saziya Birîndarên Şer Mihemed El Mizyed yê di 20’ê Mijdarê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li Minbicê hat veşartin. -
HRE’yê nasnameya şervanek xwe eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya Berfîn Efrîn a ku di 19’ê Mijdarê de li herêma Efrînê şehîd bibû, eşkere kir. -
QSD: Li Reqayê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Hêzên Antî-Teror ên QSD’ê li Reqayê operasyon li dar xist, di encama operasyonê de çeteyekî DAÎŞ’ê hat girtin. -
Cenazeyê Şefîqe Esed li Şehbayê hat veşartin
Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariyê Şefîqe Esed bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hat veşartin. -
Mêr ên herêma Firatê li dijî tundiya li jinê meşiyan
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê, mêr ên herêma Firatê li bajarê Kobanê daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan. -
Dagirkeran êrîş birin ser gundê Ewn Dadatê: 7 kes birîndar bûn
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Ewn Dadat ê Minbicê barandin. Di encamê de 7 kes birîndar bûn.