Şandeya Fransî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn
Şandeya ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye wezîfedarkirin, serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeya ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye wezîfedarkirin, serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Di şandeyê de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî yê Fransayê yê berê Mîchel Blanquet, nivîskar û lêkolîner Patrice Franceschi û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Xalid Îsa cih digirin.
Şandeya Fransî ji aliyê berpirsên Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat qebûlkirin. Di hevdîtinê de li ser bêdengiya navneteweyî û êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rêveberiya Xweser rawestiyan.
Şandeya Fransî diyar kir ku ew ji aliyê Macron ve hatine wezîfedarkirin û bi nûnerên Rêveberiya Xweser re serdana Şehîdgeha Şehîd Delîl Saroxan kirin. Şande bi armanca xurtkirina hevgirtin û hevkariyê serdanên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam kirin.
Şandeyê diyar kir ku wan ev serdan ji bo naskirina saziyên Rêveberiya Xweser û xurtkirina têkiliyan kirine.