Xezne Nebî ku weke nûçegihana şer di nava berxwedana Kobanê de cih girt, diyar kir ku nûçegihanên şer çawa ku şervan çaperên xwe diparêz in, berpirsyar e ku dengê heqîqetê bi hemû zelaliyê bidin bihîstin û got, "Her kesên li Kobanê welê tevgeriyan ku mîna Kobanê ya wan be, çi ji destê wan dihat dikirin. Ji ber ku li Kobanê Kurdistanek, neteweyek, dozek hebû. Ez bi qasî ku para min di nava berxwedanê de heye, deyndarê berxwedanê me."
Rojnamevan Xezne Nebî ku 4 mehan kêlî bi kêlî berxwedana Kobanê ji nêz ve şopand, şopên berxwedanê, çawa dengê heqîqetê bi rêya nûçegihanên şer belav bû û di encamê de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’yê Mijdarê Roja Cîhanê ya Rojava hate îlankirin, ji ANF'ê re nirxand.
Xezne Nebî, diyar kir ku serkeftina Kobanê hem ji bo Kurdan hem jî ji bo çeteyên DAÎŞ'ê girîng bû û got, " Eger çeteyên DAÎŞ'ê li Kobanê serketin bi dest bixista, wê xetên sînor -ji sînorê Helebê heta sînorên Bexdayê- di bin kontrola dewleta Tirk de bûya. Herêmên Kurdan yanî Cizîrê, Efrîn û Kobanê wê ji hev veqetiyaba û şikestinek mezin çêbiba. Ne tenê şerê erdnîgariyê bû. Sînorên hatine xêzkirin, projeyên hatine çêkirin, guherîn-veguherîna ku pêk hat ji xwînê hatine bidestxistin. Ji bo vê jî li Kobanê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Du vebijêrk hebûn; An Kobanê wê mîna Mûsilê baya an jî dê heta dawî li ber xwe bidaya. Bê guman Kurdan biryar dan ku heta dawiyê li ber xwe bidin û şer bikin.”
LI SÊ ENIYAN DOÇKAYEK HEBÛ
Xezne a ku got,“Ez weke jineke ciwan a Kurd bi armancekê ve hatibûm girêdan, ne tenê bajarek bû, ew fikir bû ku doza Kurd an wê bigihije serkeftin an jî serketinê hebû” diyar kir ku dema her kesî behsa ketina Kobanê dikir, li Kobanê kes behsa têkçûnê nedikir û wiha domand, “Ji bo ev yek tenê bibe dirûşme ez nayînim ziman. Min şahîdî ji wan kêliyan re kir. Şervan û fermandaran bi fedekarî û berxwedaneke mezin Kobanê parast. Tabloyek wisa hebû ku xwezî tiştên ku di bîranînên me de hatine tomarkirin û tiştên ku çavên me dîtine li ser ekranekê bihata xuyandin. Jinên Kurd çekên xwe hildan û berxwedaneke mezin nîşan dan. Artêşbûna jinan xwe dispêre demên berê, lê li Rojavayê Kurdistanê yekem car bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê li rojhilatê Kobanê êrîş kirin, ez bûm şahidê wan dîmenan. Mîna keriyê çeqelan êrîş dikirin. Tenê dîtina wan dîmenan tirs çêdikir. Ji cil û bergên wan bigire heta alavên leşkerî yên li cem wan hebûn, ti kesî mîna gelê Kurd nedikarî li dijî wan li ber xwe bide. Her wiha li Kobanê li sê eniyan tenê doçkayek hebû û li ser eniyan digeriya, ew jî di dawiyê de xirab bû û em bê doçka mabûn.
KES WÊ KETINA WÊ JÎ NEBÎNE
Tabloya têkçûnê tune bû. Her kesê ku di berxwedana Kobanê de cih digirt; Çi gel, çi şervan, çi fermandar, çi rojnamevan, diviyabû yan bi ser keta yan jî bimira, çareya wan a din nemabû. Em niha wan rojan şîrove dikin, lê wê demê hestên pir tevlîhev hebûn. Di wê demê de şirovekirin zehmet bû, tenê tiştê ku di hişê me de ev bû; Em ê ji Kobanê dernekevin û Kobanê terk nekin. Wexta ku hûn dikevin qada şer, hûn fêm dikin ku çima ev biryardarî heye, çima ev şervan li ber xwe didin. Tabloya ku li Kobanê hate jiyîn ev bû; Dibe ku ez şehîd bibim, lê Kobanê wê nekeve, kes wê ketina wê jî nebîne bû.
EM Ê DÎSA VEGERIN NE WISA?
Dema ku şer gihîşt bajêr û malan û biryar hate dayîn ku gel mal û kolanên xwe biterikînin, ji başûr, rojhilat û bakur ber bi Kobanê ve herin, wê demê jî tabloyek xemgîn bû. Herikîna nava Kobanê ji sê aliyan ve dilê me êşann. Gel şahîdî ji dîmenên Şengalê re kiribû, her tişt li du xwe hiştin û çûn. Ev êrîşeke hovane bû, pêwîstiya gel bi parastinê hebû. Malbatên ku bê pêlav, cih û warên xwe berdane, dayikên ku pitikên xwe hembêzkirine, kal û pîrên ku jiyana xwe li Kobanê derbas kirine, dema ku kamera di destên me de dîtin, pirsa 'em ê vegerin, ne wisa? dikirin û ev yek dilê me diêşand. Diçûn, lê bi hêviya vegerê.
YEK BI YEK DIHAT RIZGARKIRIN
Xezne çend kêliyên ku mohra xwe li jiyana wê xistine wiha rêz kir: “Şerê bajêr û hatina koma Helebê ya Kobanê ji wan kêliyên ku nayên jibîrkirine. Bi moral û coşa xwe rengekî din li şer zêde kirin. Şer êdî şerê şervanên YPG-YPJ’ê û çeteyên DAÎŞ’ê yê rû bi rû bûn. Dema Girê Miştenûr ket destê DAÎŞ'ê û alên reş li ba dibûn, gel digot qey Kobanê ketiye. Hem ji bo êrîşê hem jî ji bo parastinê girekî stratejîk bû. Her wiha gelek kêliyên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê xistine hebûn. Hêdî hêdî tabloya kesên ku gund û malên xwe terikandin û koçber bûn, berovajî dibû. Serkeftin dihatin bidestxistin. Êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên di 28'ê Mijdarê de li Murşît Pinarê hatin kirin gelekî dijwar bûn. Teqîn û êrîşên ji sê alî ve... Di encamê de ew têk çûn. Piştre her roj tax, kolan û gundek nû ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin.
RUHEKÎ KOLEKTÎF Ê MEZIN DERKET HOLÊ
Di hawirdora şer de detayên biçûk lê mirov pê kêfxweş dibûn hebûn. Taktîkên şer ên şervanên YPG-YPJ'ê gelekî girîng bû. Her yek ji wan xwedî fedekarî û ruhê ku ji bo parastina hevrêyê xwe, xwe feda bikin hebû. Dilê her yekî ji wan bi qasî ku deh caran ji bo parastina rojnamevanekî şehîd bibe hebû. Bê tirs parastin dikirin. Şervanên ku pariyê nanê xwe bi hevrêyên xwe re parve dikirin hebûn. Seferberiya mirovên ku ji bo çeperan li xwarin û avê digerin, kêliyên ku cebilxane diqedîn û em li erdê guleyan digeriyan, ruhek kolektîf a mezin hebû…
KÊFXWEŞÎ Û ÊŞ DI NAV HEV DE BÛN
Koordînasyona hevrêyên jin ên şer, şerê wan a li çeperan, pêşengiya wan a berxwedanê, îradeya serkeftinê li ser rûyê wan bû. Dema me ya herî xweş ew kêliya rizgarkirina Kobanê bû, tevî ku êş û xemgîniyek li pişt wê hebû. Me ew kêliya ku her kes bi kelecan li benda wê bû bi deste xistibû. Kobanê azad bû. Azadiya Kobanê di vê kêliyê de şahî û êş jiyan dikir. Li Miştenûr û Girê Kaniya Kurda gelek şervan hebûn ku dixwestin çayekê vexwin. Cûdî Halep, Xemgîn, Hemze... Ez li Girê Kaniya Kurda rûniştîbûm. Min govenda hevrêyan temaşe dikir. Ya rast min guh neda anonsên radyoyê ku îhtîmala êrîşa li ser gir heye, kî li jor be bila were xwarê. Ez li benda wê kêliyê bûm; alên reş ji dîwaran hatin daxistin, alên YPJ-YPG'ê li ba dibin, Kobanê azad e û dîlan tên gerandin. Kîjan hevrê ji kamerayan re axivî ev tişt gotibû, 'Em gelekî kêfxweş in, lê parçeyek ji me winda ye' ji ber ku bi sedan şehîdan xwestin van kêliyan bibînin."
ÊN KU HEQÎQETÊ PÊK ANÎN
Xezne, diyar kir ku di îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de rola nûçegihanên şer li Kobanê nayê înkarkirin û wiha got: “Weke her şerî her kes li hêviya serketinê ye. Di heman demê de hêviya her kesî ya serketinê heye. Xwediyê axê her tim mafdar e ku serkeftinê bixwaze. Nûçegihanên şer jî çavkaniya heqîqetê û moralê nîşan didan. Nûçegihaniya şer bû aliyê ku ne tenê hêz dida gel, di heman demê de heqîqetê jî radixist ber çavan û digihîne ber destê gel. Zarokê her malbatekê ji Kobanê bû. Bi taybetî gelê Kurd Kobanê weke bingeha doza Kurd dît. Tiştên ku li Kobanê diqewimin kêlî bi kêlî bi meraq dişopand. Nûçegihanên şer ew bûn ku rastiyê raber kirin. Kesên ne li Kobanê bûn jî qala Kobanê dikir.
EM JI RAGIHANDINA HEQÎQETÊ BERPIRSYAR BÛN
Yên li Kobanê diman agahiyê wan ji derve nebû, lê yên ji derve Kobanê dişopandin Kobanê dizanin. Ji bo Kobanê bi temamî biketa du tax mabûn, lê em bi biryar û bawer bûn ku wê nekeve, ji ber ku berxwedan li ber çavan bû û bi ragihandina berxwedanê re baweriya bi şervanan xurtir bû. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi rastî wisa hate ragihandin. Ger qêrîna berxwedanê ya Kobanê li cîhanê deng venedabaya bertekeke wiha nedibû. Nûçegihaniya şer bû dengê berxwedana nava welat û hişt ku ev şer li tevahî cîhanê were bihîstandin. Çawa ku şervan çeperê xwe diparêze, çawa ku fermandarekî şer pêşengiya şer dike, nûçegihanên şer jî berpirsyar bûn ku dengê rastiyê bi awayekî zelal bigihînin cîhanê.”
LI KOBANÊ KURDISTAN HEBÛ
Xezne di dawiya axaftina xwe de bi bîranîneke jibîrnekirî wiha got: “Dema operasyona rizgarkirina rojhilatê Kobanê dest pê kir, Mekteba Reş li wir bû, hat rizgarkirin, lê pêwîst bû careke din were kontrolkirin. Du nûçegihanên şer û Hevrê Xwînda. Ez û şehîd Xwînda bi hev re beşdarî operasyonê bûn. Ji nişka ve cihê me deşîfre bû. Li jêr û jor de çete hebûn, em ketibûn dorpêçê. Min kameraya xwe danî ser qernasa şehîd Xwînda. Kamera min avêt û got zû ji vir here. Ji bo ku min biparêze ev kir, lê dema çeka şervanekî jê were girtin çiqas zor be, avêtina kameraya min jî ewqas zora min biribû. Ji ber ku çeka min kameraya min bû. Ew qarnas bikar tanî, min jî keleşê wê girt. Min nizanîbû çekê jî bi kar bînim. Di heman demê de min hewl da ku xwe bigihînim kameraya xwe. Ji ber ku ger min ew kêlî negirtiba, wê berxwedana Xwînda tenê bi min û Xwînda re sînordar bibûya. Di hemû çeperan de wisa bû. Ger we tiştên ku qewimîn dernexista holê, ew ê bi wan kêliyan re sînordar bibûya. Ji xwe di wan kêliyan de destê min ya ku kamer tê de bû birîndar bû û kameraya min ji destê min ket. Her kesê li Kobanê bû, wisa tevdigerî ku mîna Kobanê ya wan be, çi ji destê wan tê dixwazin bikin, ji ber ku li Kobanê Kurdistanek, neteweyek, dozek hebû. Ez bi qasî ku para min di nava berxwedanê de heye, deyndarê berxwedanê me."