Rîhan Loqo: Divê em ji bo azadiya Rêber Apo, asta têkoşînê bilind bikin

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û asta têkoşînê bilindtir bikin.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” ku 10’ê Cotmehê hate destpêkirin, ji ANF’ê re axivî.

Rîhan Loqo di despêka axaftina xwe de ev tişt got: “Ji 10'ê Cotmeha 2023'an ve de bi dirûşmeya ‘ji Abdullah Ocelan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ li asta navnetewî pêngavekî destpê kir. Di nava hemleyê de kesên azadîxwaz û dostên kurd, kesên demokrat û sosyalîst, rewşenbîr, hunermend ji 74 welatan û ji tevahî cîhanê ji bo şkandina tecrîda li Îmraliyê, daketin qadan. Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gelan, ol, bawerî û nasnameyan paradîgmaya demokrasiyê pêş kêş kir û ev felsefe ji bo tevahî cîhanê bû nimûne. Kesekî weke Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye.”

Rîhan Loqo bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîdê û wiha got: “Vê pêngavê nîşan kir ku felsefeya Rêber Apo ji bo tevahî nasname, bawerî û pêkhateyan e. Felsefeyeke ji bo azadî û demokrasiya tevahî civakê ye. Diyar bû ku bi milyonan mirov bi baweriyeke mezin li pey felsefeya Rêber Apo ne, lewma divê ev bêdengî ji holê rabe.

Li ser vê esasê em jî weke Kongra star ji 16’ê Cotmehê ve me dengê xwe bilind kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, em beşdarî vê hemleyê bûn. Em ê nesekinin û hertim asta rêxistinbûyîn, têkoşîn û belavkirina paradîgma netewa demokaratîk bilindtir bikin. Projeya netewa demokratîk em ê di nav civakê de bikin nûmûne.”

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de bang li jinên azadîxwaz kir û wiha got: “Ji bo çareserkirina doza Kurd, azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst e. Ji ber ku Rêber Apo jî gotibû, ‘ez ê vê pirsgirêkê di demeke kurt de çareser bikim’. ji bo ku alozî û pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, naxwazin Rêber Apo azad bibe. Ew her tim dixwazin civakê di bin zilm û koledariya xwe de bihêlin, lê ev xeyala wan dê pêk neyê. Ji ber ev civak bi felsefeya Rêber Apo di tevahî qadên jiyanê de hatiye perwerdekirin û xwedî hêz û baweriyeke mezin e. Ji bo wê bangawaziya me ji bo her jinekê ew ku em bi hev re dakevin qadên azadiyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta tekoşînê bilind bikin.”