Çeteyên girêdayî Şamê zarokek qetil kirin
Çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê li gundê Dîban ê girêdayî Dêrazorê zarokê bi navê Abdulrauf Ûbeyd El Xelef qetil kirin.
Çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê li gundê Dîban ê girêdayî Dêrazorê zarokê bi navê Abdulrauf Ûbeyd El Xelef qetil kirin.
Piştî ku hewldana çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê ya ketina herêmên rojhilatê Çemê Firatê ya li Dêrezorê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat astengkirin, çeteyên navborî tevî hêzên Îranê yên li eniya rojava bi cih bûne bi topan êrîşî malên sivîlên li gundê Dîbanê kirin. Di encama êrîşê de zarokê bi navê Abdulrauf Ûbeyd El Xelef hat qetilkirin.