Mihemed Henan: Wê gelê me dest ji rêya azadiyê bernede
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Til Rifat Mihemed Henan qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifat kir û got, ew çiqas êrîş bikin, gel wê paşde gav neavêje.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Til Rifat Mihemed Henan qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser navçeya Til Rifat kir û got, ew çiqas êrîş bikin, gel wê paşde gav neavêje.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Til Rifatê Mihemed Henan têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Til Rifatê ji ANF’ê re axivî.
Henan diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bê navber dewam dikin û wiha got: “Em xelkê Efrînê bi planeke navneteweyî û bi darê zorê ji Efrînê koçberî herêma Şehba bûn. 6 sal in em li navçeya Til Rifat berxwedaniya xwe didomînin. Li navçeya Til Rifat jî rojane topbaran berdewam e. Di encamê de komkujî hatin kirin û zarok hatin qetilkirin. Dewleta Tirk dixwaze me ji Til Rifat derbixe. Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de û Rêveberiya xweser de dixwazin Kurdan qir bikin. Gelê me li vê herêmê li hemberî dorpêçê û êrîşên ku li ser wan tên kirin, li ber xwe dide û hewl dide debara jiyana xwe pêk bîne.”
Henan anî ziman ku dewleta Tirk bi terorane êrîşî herêma Şehbayê dike û wiha got: “Dewleta Tirk û hevkarê wê di bin navê şerkirina li dijî terorê de êrîşên xwe li ser herêmê pêk tîne. Lê gelê me ji berê ve li herêmê hemû pêkhate bi hev re jiyan dikin. Rêber Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide. Ew jî dixwazin gel û Rêber Ocalan ji hev qut bikin. Gel her tim bi Rêber Ocalan re li ser piya ye. Lewma hemû dewletên hegemon fikra Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe xeter dibînin. Lewma li hemberî êrîşên li ser herêmê, bêdeng in.”
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Til Rifat Mihemed Henan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dixwazin netewa demokratîk û berxwedaniya me, têk bibin. Lê gelê me şiyar e û hemû pêkhate bi hezkirin û bi rêxistinbûyîn bi hev re jiyan dikin. Lê çi dibe bila bibe jî wê gel gav paşde neavêje. Ji ber ku ev gel li pey xwîna şehîdên xwe ne û ti carî dest ji riya azadiyê bernade.”