Li Kobanê jinên ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Li Kobanê jinên li ciwan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û ragihandin ku ew jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dibin.

Jinên ciwan ên Herêma Firatê û bajarê Minbicê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Meş ji başûrê bajarê Kobanê destpê kir û heta gundê Elpelûrê ku nêzî 12 kîlo metreyan dirêj e, dewam kir.

Di meşê de bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Dema ku meş gihîşt gundê Elpelûrê, Hevseroka Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û ev tişt got: “Em weke jinên ciwan ên herêma Firatê xwedî li Rêberê xwe derdikevin û tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dibin. Rêber Apo ji sala 1999’an ve dîl girtî ye. Em ê bi têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqez bikin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” bidawî bû.