Ji çavên şehîdan berxwedana Kobanê
Ji fermandarên mezin ên berxwedana Kobanê Şehîd Rêzan Amed: Me li her derê xwîn rijand, şehîd û birîndar dan. Bi vî rengî xwe gihand bajarê Kobanê. Ji her alî ve me bêhn li wan çikand.
Ji fermandarên mezin ên berxwedana Kobanê Şehîd Rêzan Amed: Me li her derê xwîn rijand, şehîd û birîndar dan. Bi vî rengî xwe gihand bajarê Kobanê. Ji her alî ve me bêhn li wan çikand.
Gerîlayê azadiyê yê Kurd Umît Tarhan (Rêzan Amed) piştî ku DAÎŞ'ê êrîş bir ser Kobanê ji çiyayên Kurdistanê berê xwe da navenda berxwedana Rojavayê Kurdistanê Kobanê. Şehîd Rêzan ku şahidî ji rizgarkirina Kobanê kir piştî ku wezîfeya xwe bi cih anî li çiyayên azad vegeriya.
Di 18'ê Gulana 2022'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Rêzan Amed di şerê Kobanê de li refên herî pêş bû.
Rêzan Amed beriya li çiyayên azad ên Kurdistanê vegere li ser berxwedan ku di nav de bû axivî bû:
'XWESTIN TIRSÊ BIXIN NAVA DILÊ MIROVAN, LÊ BELÊ EW BI XWE TIRSIYAN'
"Xwestin konsepta xwe ya destpêkê li ser Ereban, eşîran, di ser El Nûsra re bixin meriyetê, lê nekarîn. Piştre dest bi konsepta duyemîn kirin; ji bo bidestxistina Kobanê êrîş birin ser Sirînê. Xwe gihandin sîloyên genim ên Sirînê û bi vî rengî xwestin konsepta xwe ya duyemîn bi cih bînin, lê ev jî bi ser neket. Vê carê li berxwedana Sirînê aliqîn. Konsepta sêyemîn jî ew bû ku di ser gundê Zormixar û wê xetê re xwe bigihînin Kobanê. Bêguman ev jî nebû, nepêkan bû. Tenê bi konsepteke hîn mezin û cuda dikarîbû xwe bigihanda Kobanê. Ji DAÎŞ'ê hebû ku heval û çekên me yên li dora Kobanê îmha bike û bi hêsanî xwe bigihîne Kobanê. DAÎŞ a ku li bin guhê dîwarê berxwedana gundê Zormixarê ket, fêhm kir ku nikare xeyalê xwe pêk bîne, nikare bi hêsanî bikeve Kobanê. Lewma êrîş bir ser gundê Avdikê.
Li hemberî bi dehan tank û bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê, 12 fedaiyan nehiştin ku çete bikevin gundê Serzûrî. Hevalan bi kleşan şer dikin, lê dijmin bi tank, panzer û doçkayan êrîş dikir. Di destê hevalan de jî tenê bombe û kleş hebûn. Ev ruhê berxwedanê ruhê berxwedanê yê Amedê ye. Li hemberî êrîşan ti carî teslîm nebûn. Hevalên Şehîd Rodî û Serxwebûn pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Heta sibehê dest ji çeperên xwe benedan, di nava şer de man, paşve gav neavêtin û şehîd bûn. Heval di nava dorpêçê de mabûn. Şehîd Rodî di cîhaza ragihandinê de got, 'Bila moralê we kêm nebe, moralê me xurt e, em li ber xwe didin. Fîşekên me, çekên me, cebilxaneya me hene, em li ber xwe didin. Em ê şer bikin'.
Bi tank, katyûşa, hawan, doçka û her cûre çekan êrîş kirin. Ji bo xwe bigihînin Kobanê li her eniyê bi nêzî 20, 30 tankan bi ser me ve hatin. Li her derê şer hebû, li her nuqteyê şer diqewimî. Li her derê me xwîn rijand, şehîd dan, birîndar dan, bi vî rengî xwe gihandin bajarê Kobanê. Ji her alî ve me bêhn li wan çikand. Bi sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, manewrayê me bêhn li wan çikand, li her derê berxwedan hebû. Dijmin nekarî bi hêsanî xwe bigihîne Kobanê.
Hewl didan cihekî lawaz bibînin. Taktîka wan a duyemîn jî ew bû ku bitirsîne. Dixwestin dijberê xwe bitirsîne, panîkê biafirîne. Panîka herî mezin bi çi dibû; bi teqînan dibû. Lê belê li hemberî van taktîkên manewrayê, li hemberî teqînên mezin me bi deh qatî xurtir çalakî dikir. Gelek taktîkên me yên şer hebûn. Asta me ya manewrayê gelekî xurt bû. Her wiha me branşa sabotajê jî bi pêş ve biribû. Her der sabotaj, di her gavê de mayin. Me rêbazên gelê bi kar dianî ku her gava gavekê biavêje dikare pêl li mayinê bike. Wan teqînên mezin ji xwe re dikirin esas, me jî bicihkirina mayinan a ku wan îmha bike ji xwe re kir esas. Li her devera ku pêlê dikin wê teqîn bibûya. Bû jî. Demeke dirêj nikarîbûn ji hev re bibêjin ku li kîjan alî mayin hene. Ji ber ku eger zanîbûya nikarîbûn xwe bigihanda wê herêmê, wî gundî yan jî qadê. Ji bo netirsin û nekevin panîkê nedigotin. Lewma kî di wê rê de derbas dibûn mayin bi wan diteqiya, kî diket wan malan mayin bi wan diteqiya û îmha dibûn. Herî dawî fêhm kirin ku ne karê yek, du kesan e, hemû îmha dibin. Êdî bi hêsanî nikarîbûn tevbigeriyan. Xwestin bitirsînin, lê ew bi xwe tirsiyan, welê li wan hat ku nikarin gavê biavêjin, dema gav diavêtin îmha dibûn.
Piştî ku Girê Miştenûrê bi dest xistin, careke din dan pey xeyala dagirkirina Kobanê. Hîn jî israr dikirin. Teqwiye dişandin. Tank, panzer dişandin. Keşf dikirin. Careke din kes wê nikaribe gel ji vê xakê derxîne. Heta ku em li vir bin wê gelê me jî li vir be. Gelê me berdêlên giran bide, xwînê birijîne jî wê ji xaka xwe dernekeve. Çeteyên DAÎŞ'ê ev yek fêhm kirin. Bi çavên xwe dîtin ku YPG tune nabe, gelê Kurd nikare bê şikandin. Rêber Apo ev îrade li her derê afirand. Îradeya Kurd ê azad afirand. Îradeya Kurd ê berxwedêr jinûve afirand. Kurd êdî bi hêsanî wê nehatibûya şikandin. Kurdan li Kobanê li ber xwe dan, hîn jî li ber xwe didin. Kobanê li cîhanê bû sembola berxwedanê.
* Ji dokûmantera Berxwedana Sedsalê hatiye wergirtin.