Li herêma Firatê li dijî şerê taybet ji bo zarokan civîn hate lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ji bo zarokên şehîdan derbarê xwerêvebirin, perwerdekirin û xwedî li nirxê şehîdan derketin, civîn lidar xist.

Bi sedan zarokên şehîdan, tevlî civîna ku ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve lidarxistin, bûn. Civîn li navenda Malbatên Şehîdan a li Kobanê li ser xwerêvebirin û perwerdekirina di dibistanê de, divê çawa xwedî li nirxên bav û dayîkên xwe derkevin û çawa bikarbin di asta dibistanê de bibin yekemîn û xwedî li nirxên Şehîdan derkevin, pêk hat.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî di civînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî her cure şerê taybet têbikoşin û xwedî li nirxên xwe yên azad derkevin. Bi hezaran şehîd ji bo nasnameya me ya Kurdî, hebûna me canê xwe feda kirin. Em weke malbatên Şehîdan ji bo tevahî zarokên şehîdan amade ne bibin alîkar.”

Civîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.