Arîf Şêxo yê ji gundê Çiyê yê Efrînê ku piştî dagirkirina Efrînê neçar ma koçî Şehbayê bike, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî.
Arîf Şêxo anî ziman ku di demekê de ku li cîhanê û Kurdistanê krîz û kaoseke mezin hebû PKK weke hêzeke çareseriyê dest bi têkoşînê kir û got, "PKK weke tevgereke dîrokî destpê kir. Di nava 45 salan de têkoşîneke mezin meşand. Em şehîdên xwe yên vê têkoşînê bi bîr tînin. Tecrîda bi salan a li ser Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo tevgereke welê ava kir ku dikare barê tevahiya cîhanê rake, ji bo tevahiya mirovahiyê tebikoşe û ji gelên bindest hemûyan re bibe hêvî. Lewma em dibêjin PKK partiyeke klasîk nîne. Berî wê jî gelek partî hebûn. Hem li cîhanê hem jî li Kurdistanê bi dehan partî hebûn. Lê belê her ku hejmara partiyan zêde bû, pirsgirêkên civakê jî zêde bûn, giran bûn. Rêber Apo mîna van partiyên klasîk tevnegeriya. Dîrok nirxand, mirovahî nirxand, şîrove kir ku bê ji ku hatiye û serdest û bindesta destpêkê çawa hatiye afirandin, mirovan çi kiriye, jinê çi kiriye, mêr çi kiriye, mirov çawa bû kole, mirovahî ji kîjan qonaxan derbas bû? Ev hemû lêkolîn kir, analîz kir û encam jê wergirt.
Li Kurdistanê gelek raperîn çêbûn. Komkujî hatin kirin, bi dehan partî bi navê Kurdîtiyê rabûn, lê belê her ku hejmara partiyan zêde bû krîz û kaos jî giran bû. Mirov ji cewher û xaka xwe dûr ketin. Bi vî rengî di nava kaos û tevlîheviyê de PKK rabû. Rêber Apo di sala 1978'an de PKK ava kir. Lê belê divê ev pirs bê pirsîn; PKK çima û çawa ava bû? Ji bo fêhmkirina vê divê mirov hinekî li dîrokê vegerin. Bi taybetî di sedsala 19 û 20'an de bi destpêkirina dewletên netewe re li nava civakan nijadperestî, yek netewetî bi pêş ket. Rûsya ya Sowyetê xwe weke alternatîfê pêşkêş kir, lê belê heta astekê bû alternatîf."
PKK TEVGEREKE WELÊ NÎNE KU LI SER NETEWEYEKÊ AVA BÛYE
Di dewama axaftina xwe de Şêxo anî ziman ku PKK bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Li Kurdistanê bi dehan raperîn pêk hatin. Hin ji wan bi navê olê, hinek bi navê neteweyê, hinek jî bi navê eşîrtiyê hatin kirin, lê belê ti ji wan nekarî encamê bi dest bixe. Encama van raperînan jî komkujî, koç û qirkirin bû. Di sala 1961'ê de Barzanî rabû, lê encama wî jî Enfal û Helebce bû. Li Kurdistanê partiyên ku rabûn ji bo armanca xwe, ji bo ferzkirina xwe bû. Di nava armanca wan de yekîtî û aramiya li Kurdistanê tune bû. Halbûkî destpêkirina PKK'ê ne bi vî rengî bû. PKK ti carî nebû tevgerek ku xwe dispart neteweyekê. Ji xwe eger bi wî rengî bibûya hingî şehîdê xwe yê destpêkê wê yekî Kurd bûya. Her wiha li Sûriyeyê şehîdê destpêkê yê PKK'ê Ezîz Ereb e. Ew jî ne Kurd bû. Rêber Apo gava destpêkê ya têkoşîneke dîrokî li Kurdistanê avêt ku tevahiya mirovahiyê hembêz kir.
Ti ol, dewlet an jî partiyê rol neda jinê. Ji Sumeran heta niha timî pêşî li jinê hate girtin. Jin her tim weke pirsgirêkekê hate dîtin. Rêber Apo ev yek nirxand, hewl da fêhm bike û çareseriyê ji van pirsgirêkan re peyda bike. Rêber Apo xwe li hemberî van berpirsyar dît. Fêhm kir ku dikare bi hêzeke gelekî mezin rabe. PKK ji bo armanceke ewqasî mezin destpê kir. Destpêkê, her wiha niha jî hinek PKK'ê weke partiyeke klasîk dibîne. Yan jî li gorî xwe difikirin ku PKK li pey dewleteke netewe ye, daxwaza xwe dewleteke netewe ye. Ji xwe eger armanc ev bûya hêzên hegemon ewqasî nedibûn dijminê PKK'ê û Rêber Apo. Ji sala 1998'an û vir ve komplo nedihat kirin. Eger komplo hîn jî dewam dike bêguman sedemeke cuda ya vê yekê heye. Rêber Apo xwest sîstema heyî biguherîne. Dît ku sîstema heyî şaş e.
Ji têkiliya jin û mêr heta bi têkiliya mirov û xwezayê, dît ku şaşitiyên mezin heye. Rêber Apo ji bo çareserkirina şaşitiyên heyî kedeke mezin da, berdêl da. Eger 24 sal in bi tena serê xwe li hucreyekê tê hiştin, sedem ev e. Belê berdêlên giran dide, ji ber ku armanca xwe mezin e. Rêber Apo ev hemû di nava bêderfetiyan de pêk anî. Li Kurdistanê ji bilî bê derfetî, zilm, birçîbûn, girtin û mirinê tiştek tune bû. Tevî van hemûyan jî Rêber Apo bi hevrêyên xwe re gavên mezin avêt."
SÎSTEMA HEYÎ XITIMÎ YE, ÇARESERIYA YEKANE PKK YE
Şêxo diyar kir ku sîstema heyî li ser feraseta yek şexs, yek eşîr an jî yek ferasetê ava bûye û got, "Şoreşa Rojava bi felsefeya mezin a Rêber Apo weke encama têkoşîna 45 salan pêk hat. QSD û MSD berhemên felsefeya Rêber Apo ye. Tevî hemû êrîş û ambargoyê jî berxwedaneke mezin heye. Ev yek encameke gavên dîrokî yên Rêber Apo ye. MSD bi projeya neteweya demokratîk derdikeve pêşiya cîhanê. Hem li Sûriyeyê, hem li Kurdistanê gelek partî, rêxistin û hêz hene. Lê belê ti ji wan mîna MSD'ê xwedî projeyekê nînin. Hemûyan dane pey berjewendiyên xwe. Malbata Barzanî ji salên 1990'î ve serwer e. Lê belê ji wan razî ne? Her tişt xistine bin serweriya xwe. Ji tirsa wan kes nikare tiştekî bike. Li Sûriyeyê bi dehan partî rabûn. Sûriye dişewite, li her derê kaos heye, wan ji bo çareseriyê çi kirin? Kîjan proje afirandin? Yên ku herî zêde xwe weke Kurd nîşan didin çi kirin? Çûn li Efrînê li dijî Kurdan şer kirin. Yekane tişta ku ev dikin kûrkirina krîz û kaosa li herêmê ye. Divê êdî cîhan bi vê zilmê bihese.
Li Xezeyê zarok têne kuştin, çi zerara van zarokan li kê bûye, çima têne kuştin? Li Îranê jinek ji ber ku porê wê xuya dikir hate kuştin. Ji kê re porê wê jinê? Çima ev diqewimin? Ev hemû tê çi wateyê? Sîstem bi rengekî cidî xitimî ye. Sîstemên heyî li ser eşîrekê, şexsekî, ferasetekê ava bûne. Ji bo civakan an jî mirovahiyê nînin. Ji ber vê yekê eger civakek xwe ava neke, wê tune bibe. Divê her civak xwe bi rêxistin bike, xwe bi rê ve bibe. Civak û xweza divê bibin yek. Jin, mêr, zarok, extiyar divê wekhev bin, têkiliya wan li ser pîvana polîtîk a exlaqî be û bi xwezayê re bibin yek. Herî dawî dixwazim vê yekê bibêjim; Yên ku dibêjin PKK partiyeke xetere ye, bila bala xwe bidin şehîdan, eger bi rengekî rast binirxînin wê hingî bibînin ku PKK ji bo mirovahiyê yekane rêya çareseriyê ye. Naxwe bi feraseta şovenîst, mehebî û mirovahiyê wê sed salên din jî jehrî bibin û ji îro girantir wê encam rû bidin."