Li Amûdê ji bo Ciwan Mihemed konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo welatiyê bi navê Ciwan Mihemed ê di 23’ê Mijdarê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li ber mala wî ya li Amûdê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo welatiyê bi navê Ciwan Mihemed ê di 23’ê Mijdarê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li ber mala wî ya li Amûdê konê sersaxiyê hat danîn. Konê sersaxiyê ji aliye Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê ve hat danîn. Di konê sersaxiyê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Ciwan Mihemed hatin danîn.

Bi sedan şêniyên Amûdê û derdorê wê serdana konê sersaxiyê kirin. Di serdanê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî axivî, sersaxî ji malbata şehîd Ciwan re xwest û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Zîwer Elî wiha behsa taybetiyên şehîd Ciwan kir: “Şehîd Ciwan di nav xelkê Amûdê de bi taybetmendiyên xwe yên baş û dilê xwe yê dilovan dihat naskirin, dihat hezkirin cihê xwe dilê hemû kesê ku wî nas dikirin de girt."

Elî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku armanca êrîşan têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye û diyar kir ku ew ê heta dawiyê têkoşiya xwe bidomînîn.

Endamê meclîsa Kongra Star Medya Sado jî destnîşan kir ku şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna xwe navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin.

Merasîma sersaxiyê bi xwendina wesîqeya şehîd Ciwan Mihemed û radestkirina wê ji malbata wî re bi dawî bû.