'PKK bindestan hemûyan digihîne hev'

Ji fermandarên QSD'ê Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku PKK'ê xwe gihand bi milyonan mirovî, bi deh hezaran şervanên xwe hene, li her devera cîhanê mirov rakir ser piyan û got, "Ruh û hêza PKK'ê bindestan hemûyan digihîne hev."

Ji fermandarên QSD'ê Îsmet Şêx Hesen got, "Bila gelên bindest bêhêvî nebe" û wiha dewam kir, "Bawerî û hêviya me xurt e. Em ê maf û nasnameya xwe bi dest bixin. Li çar parçeyên Kurdistanê û gelên bindest, serketin wê misoger bibe."

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îsmet Şêx Hesen bi wesîleya salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî. Îsmet Şêx Hesen anî ziman ku PKK ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jinûve vejîn e û got, "Dijmin digot 'Me Kurd tune kir, xist gorê, beton rijand ser wan, careke din wê nikaribe serî hilde'. Lê belê destpêkirina têkoşîna PKK'ê ev yek têk bir. PKK bi felsefeya Rêber Apo destpê kir û hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn guhertin pêk anî. Vê guhertinê bandor li tevahiya cîhanê kir."

Îsmet Şêx Hesen anî ziman ku Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê Kurd di nava xwe de kirin amûreke bazariyê, li ser gelê Kurd hebûna xwe pêk anîn û got, "Dewleta Tirk destketiyên gelê Kurd weke tunebûna xwe dibîne, ji ber ku xwe li ser qirkirin û komkujiyê ava kiriye. PKK'ê planên wê yên qirkirinê hemû têk bir û nehişt bigihêje armanca xwe."

FEDAKARIYA LI NAVA PKK'Ê LI CIHEKÎ DIN NÎNE

Îsmet Şêx Hesen destnîşan kir ku PKK bi feraseta xwe ya biratiya gelan bandor li gelên Rojhilata Navîn hemûyan kiriye û got, "PKK ji bo gelên bindest hemûyan bû hêvî. Mirov dema bala xwe bidin ser şehîdên destpêkê yên PKK'ê wê cewhera vê felsefeyê bê fêhmkirin. Şehîdê destpêkê yê li Tirkiyeyê Tirk e. Li Sûriyeyê jî şehîdê destpêkê Ereb e. Gelan xwe di nava PKK'ê de dîtin, lewma ji her derê, ji her gelî tevlîbûn li nava PKK'ê çêbû. Ji Fransa, Belçîka, Elmanya, ji gelek welatên din mirov hatin û li vê xakê xwîna xwe rijandin. Yên tevlî nava PKK'ê bûn bi salan li çiyê man, dest ji jiyana xwe ya şexsî û malbata xwe berdan û tevlî nava PKK'ê bûn. Ev rêbaza jiyanê bi xwe bandoreke mezin kir. Di şoreşên beriya niha de fedakariyeke bi vî rengî tune bû. Di nava ti olê de rêbazeke bi vî rengî ya jiyanê nebû. Mirov bêşert û merc, bêyî ku li benda tiştekî bimîne li çiyayên Kurdistanê canê xwe dan. Hîn jî şer dikin. PKK ji ber vê yekê bi bandor e."

PKK SOZÊN KU DIDE BI CIH TÎNE

Îsmet Şêx Hesen diyar kir ku PKK a bi çend kesan destpê kir gihîştiye bi milyonan mirovî, bi deh hezaran şervanên xwe hene, li her devera cîhanê mirov rakir ser piyan û got, "Hêz û ruhê PKK'ê gelên bindest hemûyan digihîne hev. Eger îro Kurd, Ermen, Çerkes, Ereb, Tirkmen û ji gelek gelên din mirov ji bo armancekê şer dikin, ev yek encama têkoşîna 45 salan a PKK'ê ye. PKK wê gelên bindest hemûyan bigihîne maf û nasnameya xwe, ji ber ku soz da şehîdan, Rêbertî û gelan. Bila dilê gelan rehet be, bêhêvî nebe. Bawerî û hêviya me xurt e. Em gelên bindest em ê mafên xwe û nasnameya xwe bi dest bixin. Ji bo gelên li çar parçeyên Kurdistanê û hemû gelên bindest serketin wê teqez pêk were."