Şêniyên Helebê: PKK’ê tevgerek rizgarîxwaz e

Şêniyên Helebê têkildarî salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê axivîn û got, "PKK tevgereke rizgarîxwaz e ku ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe."

Di vê meha pîroz de 45 sal li ser damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re derbas dibe. Di vê çarçoveyê de welatparêzên bajarê Helebê têkildarê girîngiya damezrandina PKK’ê û têkoşîna wê ji ANF’ê re axivîn.

Elî Mistefa Mihemed ê ku li taxa Şêx Meqsûd dijî wiha got, “Tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve rastî gelek êrîşên mezin hatiye. Ji ber polîtîkayên propagandayên dijber, PKK’ê gelek car şaş hatine danasîn. Dagirkeriya Tirk navê Partiya Karkerên Kurdistanê berovajî kiriye, lewma divê em vê yekê ji nû ve binirxînin û bizanibin ku Partiya Karkerên Kurdistanê ji aliyê xwendekarên azad ve hatiye damezrandin û li dijî rêbazên tundiyê yên ku dewleta Tirk li dijî gelan dimeşîne, serî hildan.

‘PKK’Ê TEVGEREKE RIZGARÎXWAZ E’ 

Ev xwendekar bi rêbazên faşîst û mêtinger re rû bi rû man. Dewleta Tirk a faşîst bi rêbazên êşkenceyê yên dijmirovahiyê hewl da bi êşkenceyên hovane vîna mirovên azad di zindanan de teslîm bigire. Lê belê hevrêyên me karîbûn ku vê tevgerê veguherînin tevgereke ideolojîk. Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku gel rastiya xwe û tirajîdiya ku tê de dijî fam bike, bi taybetî gelê Kurd ên rastî êrîşên qirkirinê hatine, tevgera îdeolojîk damezirand.”

Mihemed, bibîr xist ku armanca PKK’ê ne ji bo bidestxistina berjewendiyên kesayetiye û ne jî girêdayî ti alî û mezhebê ye û wiha dewam kir, “PKK’ê li dijî hemû rê û rêbazên şofenîst û neteweperest têdikoşe. PKK’ê tevgereke rizgarîxwaz e ku aramiyê vedigerîne Rojhilata Navîn û bi armanca azadkirina hemû gelan têdikoşe. Rastiya PKK’ê ji aliyê her kesî ve baş nayê zanîn. Lewma dewleta Tirk a dagirker hewl da raya giştî ya cîhanê bi dest bixe û tevgera PKK’ê bike tevgereke terorîst. Li dijî vê yekê divê em ji bo rast danasîna PKK’ê bixebitin û têbikoşin. Ji ber ku ew tevgereke ku ji bo azadiya gelê xwe û gelên cîhanê têdikoşe. Em 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê, partiya ku rastiya vî gelî vegerandiye, li hemû gelên azadîxwaz pîroz dikin.” 

‘FIKRÊ ABDULLAH OCALAN HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ KIR YEK’

Welatiyê bi navê Elî Şêxo ku xelkê bajarê Kobanî ye, têkildarî şoreşên Kurdistanê yên beriya derketina PKK’ê bibîr xist û got, “Zêdetirî 28 serhildanên Kurdan pêk hatin, lê ti şoreş û serhildan bi qasî ya PKK’ê ne berfireh bû. Derketina PKK’ê ji bo gelê Kurd bû ronahiyek. Ramanên Rêber Abdullah Ocalan li her devra Kurdistanê belav bû û bandorê li neteweyên din jî kir. Fikirên Abdullah Ocalan her çar parçeyên Kurdistanê kir yek. Her çendî sînor ji aliyê desthilatdaran ve hatibin danîn jî, lê têkoşerên azadiyê bi saya raman û felsefeya Rêbertî, hemû sînoran rakirine. Em Kurdên Rojavayê Kurdistanê salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku fikra neteweya demokratîk belav kir, pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em bang li welatên ku PKK’ê kirine lîsteya qedexeyê dikin ku, divê li dîroka xwe ya tejî xwîn, komkujî, zilm û zordarî binêrin. PKK’ê partiyek rizgarîxwaz e û ji bo azadiya hemû gelan têdikoşe.”

‘ABDULLAH OCALAN JIYANEK NÛ DIYARÎ JINAN KIR’

Zeyneb Mistefa jî got, "27’ê Mijdarê ji bo me roja damezrandina partiyê ye lê ji bo hemû gelan roja vejîna jiyana nû û zayîna nû ye. Ev roj xwedî gelek wateyan e. Di serî de em vê rojê li Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo me gelek têkoşiyaye pîroz dikin, li tevgera jinan û li hemû hevrêyên ku ji bo vê dozê li eniyan li ber xwe didin, pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan bi taybet gelê Kurd li dijî pergala kapîtalîst û desthilatdaran têkoşiya. Em careke din bibîr tînin ku damezrandina PKK’ê piştî şehadeta hevrê Hakî Karar hat ragihandin. Lewma rojek pir girîng e û xwedî wateyek mezin e. 

Mistefa da zanîn kur aman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyanek nû diyarî jinan kiriye û wiha dom kir, “Jin li cewhera wê ya rastî ya ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatibû talankirin vegerand û li ser vê bingehê jin xwe bi rêxistin kir. Jin bû pêşeng û rola xwe di hemû ast û qadan de lîst.”