Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê nêzî 20 salan rasterast armancên partiyê ji gel re vegot. Gel her ku Rêber Abdullah Ocalan nas kir, têkoşîn jî nas kir û asta dilsoziya bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re bilind bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Tîrmeha 1979’an de lingê xwe avêt bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, xwe gihand gel. Di serdemên destpêkê de hejmara xaniyên ku endamên PKK'ê yên ku wek xwendekar dihatin zanîn pir hindik bû. Yek ji wan malan jî mala Bavê Melek bû ku li bajarê Qamişlo bi welatparêziya xwe dihat naskirin.
TÊKOŞIYAN Û ŞEHÎD DAN
Şêxmûs Melek û Cemîle Ebdo Ehmed di dawiya sala 1979’an de mala xwe ji Apoyiyan re vekirin. Şêxmûs Melek ku niha bi nexweşiya Alzheimerê ketiye, ji ber nexweşiya xwe nayê bîra wî lê hevjîna wî Cemîle got ku Şêxmûs Melek di dawiya sala 1979’an de alîkariya Apoyiyan dikir ku ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û ew wek zarokên xwe hembêz dikirin.
Hevjînên ku di sala 1994'an de li Geliyê Bêkayê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk anîn, mala xwe ji gerîlayên jin û mêr re vekirin û ew weke zarokên xwe dîtin. Carinan broşur didan gel, carinan jî ji bo piştgiriya aborî pembû, nîsk û nok berhev dikirin. Îbrahîm Şêxmûs Melek ku zarokê 5’emîn yê malbatê ye di 8'ê Cotmeha 1996'an de tevlî nava refên PKK'ê bû û di sala 1999'an de li Çiyayê Bagokê ya Merdînê şehîd bû.
JI BO VEJÎNA GELEKÎ BÛ
Pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê ku li gelek malên Taxa Xerbî ya Qamişloyê pêk dihat, li mala Bavê Melek jî gelek caran hat pîrozkirin. Gelek gerilayên birîndar û şehîd ku rêya wan bi vê malê ketibû hebûn. Cemîle Ebdo Ehmed bi bîr xist ku di salên 1980’an de salvegera damezrandina PKK’ê bi dizî li malan dihat pîrozkirin û wiha got: “Me dît ku Apoyî pak, durust û ji bo gelê Kurd têdikoşin û me ji wan hez kir. Pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê ne weke îro bû ku kî dikarî bêyî zextên rejîmê bi awayekî vekirî pîrozbahî li dar bixista. Apoyî hîn nû dest bi nasandina xwe kiribûn. Çend malên wan hebûn. Di wan malan de di atmosfera civînê de şahî dihatin lidarxistin. Dihat diyarkirin ku têkoşîna partiyê çawa û bi kê re dest pê kiriye. Ne tenê di salvegera damezrandina partiyê de, di heman demê derheqê ravekirina têkoşînê û eşkerekirina armanca wê jî gelek civîn çêdibûn. Carna di malekê de, carna li bin darekê, li zeviyê, carinan jî li ser rêyan dihat vegotin. Armanca Apoyiyan vejîna gelekî bû.”
LI BER DERÊ MALA XWE NOBET DIGIRT
Dayika Cemîle anî ziman ku ew di civînên salvegera damezrandina PKK'ê de ku li mala wan dihat kirin, li ber derî nobeta gel û gerîla digirt û got: "Her kes di demeke diyarkirî de bi komên biçûk dihatin. Piştî kontrolkirina derûdor, min ê bi lez ên ku dihatin dixist hundirê malê. Min pêlavek li derve nedihişt. Serdegirtina rejîmê dihat wateya komkujî yan jî zindanê. Ji bo vê yekê em pir baldar û hestiyar tevdigeriyan.“
JI BO VAN ROJAN BEDELÊN MEZIN HATIN DAYÎN
Dayika Cemîle bilêv kir ku ew bi hêsanî nehatine van rojan û wiha bi dawî kir: “Pîrozbahiyên ku berê li malê dihatin kirin, her çiqas di salên 1990’î li qada Libnanê ya Rêber Apo rehettir dihat pîrozkirin jî bi Şoreşa Rojava re atmosfera pîrozbahiyan bihurî rengekî din. Helbet heta ku em gihaştin van rojan me bedelên mezin dan û em têkoşiyan. Bi saya şehîdên me û Rêber Apo, li Rojavayê Kurdistanê bi alayên PKK'ê û wêneyên Rêber Apo û şehîdan şahiyên bi coş tên lidarxistin."