Sara Qawas: Bingeha ku PKK’ê danî, diyarker e

Endama Meclîsa PYD’ê Sara Qawas diyar kir ku li Rojava bingeha ku PKK’ê danî û têkoşîna wê diyarker e û got: “Ev şoreş dewama felsefeya Rêber Apo û ruhê Apoyî ye.”

Endam Meclîsa PYD’ê Sara Qawas destnîşan kir ku jinên bindest û yên hemû mafên wan hatine desteserkirin jî bi saya PKK’ê xwedî li îrade û hebûna xwe derdikevin.

Endama Meclîsa PYD’ê Sara Qawas bi wesîleya salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku PKK’ê ji bo gelê Kurd hêvî û şansê jiyana bi nasname û îrade afirand. Sara Qawas anî ziman ku gelê Kurd dest bi parastina dîrok, çand û nirxên xwe yên civakî kir û ragihand ku jinên bindest jî xwedî li îrade û hebûna xwe derdikevin.

Sara Qawas diyar kir ku gelê Rojava bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bû û bi vî ruhî şoreş kir û ev tişt got: “Ev şoreş dewama felsefeya Rêber Apo û ruhê Apoyî ye. Ev ruh li Rojhilata Navîn hemûyê mîna ronahiyekê belav dibe. Li Rojhilata Navîn fikir, bîrdozî û projeya netewa demokratîk a Rêber Apo her roja ku derbas dibe, mezintir dibe û bandora xwe nîşan dide. Gelên me bi şoreşê re ji bo azadiya xwe ya îradeyî, siyasî, aborî û civakî têdikoşin. Ji bo vê yekê têkoşîneke mezin meşandin, berdêlên mezin dan û hîna jî didin. Lê destketiyên mezin jî bi dest xistin.”

Sara Qawas bilêv kir ku bingeha ku PKK’ê danî û têkoşîna wê diyarker e û got: “Eger îro em li Rojava tevî hemû êrîş û dagirkeriyê di nava sîstema xwe ya azad de dijîn, gel tên ba hev û bi têkoşîna hevpar xwedî li destketiyên şoreşê derdikevin û jin bi rengekî azad xwedî li îradeya xwe derdikevin û di her qada civakê de cih digirin, ev yek encama têkoşîna PKK’ê ye.”