Li Sirînê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Li navçeya Sirînê bi tevlîbûna sedan şênî 45’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin.

Li navçeya Sirînê ya Kobanê, bi wesîleya 45’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) şahiyek hate lidar xistin. Şahî li Navenda Çand û Huner a navçeya Sirînê bi tevlîbûna sedan şênî û endam-rêveberên Rêveberiya Xweser pêk hat.

Şahî ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û piştre Hevserokê Meclîsa Navçeya Sirîn Şebo Ebdilrezaq Elo axivî û ev roj li tevahî gelan û pêkhateyan pîroz kir û got; "Beriya derketina PKK’ê, netewa Kurd ber bi tinebûnê ve diçû. Bi fikra Rêber Apo ji nû ve jînbûnek dan gel. Piştî wê jî bi damezrandina PKK’ê tevahî netew jî ji bin wê koletiyê derketin. 45 sale li ser damezrandinê re derbas dibe, di van 45 salan de berxwedanî û têkoşîneke bêhempa hate meşandin. Bi hezaran jî şehîd di oxira vê dozê de canê xwe dan. Em vê rojbûnê li tevahî neteweyan û li Rêberê xwe pîroz dikin." 

Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.