Ciwanekî Êzidî li Idlibê hate rizgarkirin
Ciwanekî Êzidî yê di dema fermanê de ji Şengalê hate revandin, li Idlibê hate rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate kirin.
Ciwanekî Êzidî yê di dema fermanê de ji Şengalê hate revandin, li Idlibê hate rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê hate kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê ciwanê Êzidî Rocîn Hedîd Talal li Idlibê rizgar kirin. Mala Êzidî ya Herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya înternetê agahî da.
Hate ragihandin ku Rocîn Hedîd Talal ji gundê Herdan ê Şengalê ye û di dema fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hate revandin.
Li gorî daxuyaniyê, Rocîn ê di sala 2007'an de ji dayik bû, piştî ku hate revandin li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê hate gerandin û herî dawî sala 2019'an ew birin Idlibê.
Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê spasiya hêzên ewlekariyê kir û got, "Rocîn niha li mêvanxaneya Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ye. Em ê bi awayekî fermî bi rêya Meclîsa Şengalê radestî malbata wî bikin."