Cenazeyê fermandar Mihemed Horan û Ciwan Mihemed hatin veşartin
Cenazeyê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan li Minbicê û şehîd Ciwan Mihemed li Amûdê hat veşartin.
Cenazeyê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan li Minbicê û şehîd Ciwan Mihemed li Amûdê hat veşartin.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan duh (Înê) di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî wesayîta wî de şehîd bû.
Cenazeyê şehîd Mihemed Horan bi beşdarbûna bi sedan kesî li Goristana Şehîdan a Minbicê hat veşartin.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Di rêwîtiya têkoşînê ya gelên azadîxwaz de, gelek kes hene ku mohra xwe li xelekên zêrîn ên dîrokê têkoşînê de xistine. Ew kes şehîd in. Wate û nirxên gelan ji qehremaniya şehîdên wê tên. ′′
Şervan Derwîş destnîşan kir ku dema dijmin nikare li hemberî gelên azadîxwaz li eniyên şer gavan pêşde biavêje serî li êrîşên nemerdane û bêbext dide.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî Ebo li dijî êrişan û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê banga hevgirtinê kir.
Piştî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Dunya Bekir wesîqeya şehadetê xwend û da malbata şehîd.
Hevrêyên şehîd cenaze hilgirt û bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.
Dewleta Tirka dagirker duh wesayîteke sivîlan li ser rêya Amûdê-Hesekê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê welatiyê bi navê Ciwan Mihemed şehîd bû.
Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Ciwan Mihemed ji çerxerêya Dirbêsiyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve bi rê ketin. Şêniyan bê navber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin.
Li goristanê bi beşdarbûna malbatên şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, meclis, komîn û hêzên ewlekariyê merasîmek hat lidarxistin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman sersaxî da malbata şehîd Ciwan û banga şopandina xeta şehîdan kir.
Zîwer Silêman got: "Em ê bi yekitî û bi berxwedana xwe bi serkevin. Em xwe naspêrin tu kesî, hêzên navneteweyî êrişên Tirkiyeyê yên li ser me temaşe dikin û çavê xwe li komkujiyên wê digirin."
Endama TEV-DEM′ê Mura Zoro jî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li gorî xeta neteweya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xurt bikin.
Apê şehîd Ciwan, Hisên Mihemed got, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker tevahî sînor derbas kiriye û divê rê li ber were girtin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.