'Şoreşgerên PKK'ê şoreşgerên rêya heqîqetê ne'
Endamê Meclîsa Rêveber a PYD'ê Welîd Dinglî diyar kir ku 27'ê Mijdarê û şoreşgerên vê rêyê bûne çavkaniya îrade, berxwedan û têkoşînê ji bo gelê Kurd.
Endamê Meclîsa Rêveber a PYD'ê Welîd Dinglî diyar kir ku 27'ê Mijdarê û şoreşgerên vê rêyê bûne çavkaniya îrade, berxwedan û têkoşînê ji bo gelê Kurd.
Endamê Meclîsa Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welîd Dinglî bi wesîleya salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re qala salên destpêkê yên partiyê û xebatên wê demê kir.
Welîd Dinglî got, "Di 27'ê Mijdara 1978'an de rabûna şoreşgeran bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir û bû sedema vejîneke nû. Beriya sala 1978'an şoreşgeriya li çar parçeyên Kurdistanê lawaz bû. Lewma 27'ê Mijdarê bûyereke mezin e. Welatparêziya ku bi salan hatibû windakirina careke din derkete holê û xwedî li xwe û li Kurdistanê derket. Wan şoreşgeran bandoreke mezin li tevahiya gelê Kurd kirin."
Di dewama axaftina xwe de Welîd Dinglî got, "Rêber Abdullah Ocalan ev şoreşgerên mezin bi perwerdeyê amade kir. Ev şoreşgerên mezin ji roja destpêkê heta niha ji bo gelê Kurd bûne çavkaniya herî mezin a îrade, berxwedan û têkoşînê. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan niha pêşengiyê ji serketinên li cîhanê re dike. Tevî ku kapîtalîzmê bandor li civakê kiribû, civak ji xwezaya wê dûr xistibûn, bi Rêber Apo re rastiya siyaseta wan a helandina civakê eşkere bû û li hemberî wê têkoşîneke mezin destpê kir."
Welîd Dinglî qala pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Li Rojavayê Kurdistanê ev roj ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû qedexekirin. Lê belê kesayetên welatparêz ên karê eniyê dikirin, di wê demê de her sal bi awayekî veşartî civîn ildar dixistin, ala Partiya Karkerên Kurdistan li ser maseyê datanîn û hevalekî jî wateya roja 27'ê Mijdarê şîrove dikir. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî destpê kir. Di dema pîrozbahiyên mezin de jî hêzên hikumeta Şamê bi lez dihatin û hin hevalên me digirtin. Ji ber wê xeteriyê pîrozbahî bi giranî bi civîn û perwerdeyê dihate kirin."
Welîd Dinglî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bandora PKK'ê ya li ser kesayeta wî û got, "Em li zanîngehên hikumeta Şamê hatibûn pişaftin. Beriya PKK'ê gelek partiyên din hebûn, lê ez tevlî karê wan nebûm. Lê belê di sala 1986'an de dema min fikrê PKK'ê nas kir, gelekî bandor li kesayetiya min kir. Bi vî rengî ketim nava kar. PKK ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji go hemû gelan û cîhaneke wekhev û neteweya demokratîk têdikoşe. Fikra ku PKK li ser têdikoşe wê wekheviyê bîne cîhanê. Divê nifşên li pey me her tim bînin bîra xwe ku PKK partiyeke mezin e, kesên dest bi vê têkoşînê kirine şoreşgerên rêya heqîqetê ne."