'PKK ji bo me rojbûn e û jiyaneke nû ye'

Xelîl Mislim Dêmo diyar kir ku damezrandina PKK’ê jî ji bo Kurdan rojbûneke û jiyaneke nû ye got; “Di sala 46'an a damezrandina PKK’ê de em ê Rêberê xwe fîzîkî azad bikin."

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê ya Licê ya Amedê hat damezrandin. Bi damezrandina PKK’ê re çarenûsa gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji binî ve guherî. Bi wesîleyê 45’emîn salvegera PKK’ê, Xelîl Mislim Dêmo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye ji ANF’ê re axivî.

Welatparêz Xelîl Mislim Dêmo di destpêka axaftina xwe de wiha qala wan kêliyan kir: "Me berê xwe da Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê. Rêber Apo li akademiyê bi qasî 3 saetan bi me re civînek çêkir. Rêber Apo ji dîroka me ya Kurdan a tijî qirkirin û tunebûnê û heta roja vejînê ya damezrandina PKK’ê û guleya destpêkê ya li hemberî dijmin hat teqandin bi berfirehî vegot.”

’ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA NETEWEYA KURD E’

Mislim Dêmo got ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji neteweya Kurd re bûye rojbûnek û wiha domand: “Rojbûna Rêber Apo ji bo me roja azadiyê ye û bû şewqek ku hemû cîhan ronî kir. Rêber Apo di sala 1973’yan de dest bi fikrê azadiyê kir û di 1978’an de bi damezrandina PKK’ê re jiyaneke nû ji bo me ava kir. Ew Kurdên ku bi qirkirinê re rû bi rû man, bi PKK’ê re bû xwedî hêz û li hemberî qirkirinê serî hilda. Damezrandina PKK’ê ji neteweya Kurd re vejîn û şoreş e. Di şoreşan yekem care ku bi PKK’ê re rola jinan diyarker bû û jin bûn pêşengên azadiya civakê.”

’JI BERXWEDAN Û SERKEFTINÊ PÊVTIR RÊYEKE DIN TUNE BÛ’

Bi berdewamî Mislim Dêmo got, “Êdî netehmûliya dewleta Tirk dest pê kir û dest bi darbeya leşkerî kir û. Êdî ruhê berxwedanê di gerîlayên azadiyê de çêbibû. Ji serkeftin û berxwedanê pêvetir tu rêyeke din tune bû. Êdî neteweya Kurd dest bi berxwedanê jî kirin. Bi wî ruhî jî gêrîla roj bi roj zêde bûn û dest bi têkoşînê kirin. Bi wê têkoşînê jî Rêber Apo di sala 1979’an jî derbasî Kobanê bû û gelê Kobanê jî xwedî li wê têkoşînê derket.”

’BI PKK’Ê RE EM ÊDÎ NEMIR IN’

Xelîl Mislim Dêmo got di 15’ê Tebax 1984’an de êdî wî hîs kiriye ku Kurd nemir in û bi teqandina guleya yekem Kurdan kefen qetand. Dêmo hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wiha anî ziman: "Rêber Apo xwedî kesayetî dilnizm e û bi her kesî re wek wan bû. Ew xwedî fikir û felsefeyeke ku weke deryayekê nayê pênasekirin. Di 1995’an de şahiya damezrandina PKK’ê de min Rêber Apo dît. Damezrandina PKK’ê jî ji bo me rojbûneke û jiyaneke nû ye.”

‘RÊBER APO BETONA SER KURDAN ŞIKAND’

Mislim Dêmo bilêv kir ku gelê Kurd bi fikrên Rêberê xwe dest şoreşê kirin û got, “ Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo jinûve bizrê Kurdîtiyê li ser nexşeya xwe çandin. Dijmin digot; ‘Me li serê Kurdan beton kiriye û êdî tune ne’ lê bi fikra Rêber Apo ew beton hat şikandin û ji nû ve jînbûnek da me. Ew Kurdên razayî jî bi ’Berxwedana jiyanê’ serî rakirin û bi guleya destpêkê hişyar bûn.”     

‘EM Ê SERKEFTINÊ MISOGER BIKIN’

Dêmo bi bîr xist ku dewleta Tirk bi çekên qedexekirî yên kîmyawî êrîş dike lê dîsa jî li hemberî berxwedana gerîla têk çûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xwestin dîsa bi rêya komployê neteweya Kurd tune bikin, lê dîsa jî bi fikr û berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ew komplo têk çû. Vaye me bi ruhê damezrandina PKK’ê şoreşa Rojava da destpê kirin. Em ê tenê serkeftinê misoger bikin û bi ser bikevin. Di sala 45’an a damezrandina PKK’ê de em ê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."