Li Minbicê ji bo fermandar Mihemed Horan şîn hate danîn

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan (Ebû Cewan) 24’ê Mijdarê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Ji bo fermandar Mihemed Horan şîn hate danîn.

Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan (Ebû Cewan) 24’ê Mijdarê di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Minbicê şehîd bibû.

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û Meclîsa Malbatên Şehîdan îro ber bi konê sersaxiyê yê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Horan ve herikîn û sersaxî dan malbata wî. Konê sersaxiyê li nêzî Rêya El Bizar a rojhilatê bajêr hatiye danîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo axaftinek kir û got, “Îxanet çiqasî kirêt e. Divê xayîn bi xirabiya vê gotinê bibihîzin, yên ku xiyanetê li malbat û welatê xwe dikin, bila bizanibin ku wê dîrok hesab ji wan bipirse.”

Mihemed Xêr Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Şehîdên me wê di sicilê nemiran de cih girtin. Her şoreşek lehengên xwe hene, şoreşa me jî her roj lêhengan dide.”

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Eydo jî wiha axivî: “Şehîd ji bo rizgarkirina vî welatî û parastina wî xwe feda kir. Şehîdên me her tim di dilê me de dijîn. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê her tim bibin şopdarên rêya wan."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mihemed Horan hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.